Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê çalakî li dar xistin

  • 09:16 23 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED -  Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê li dijî venekirina Zanîngeha Dîcleyê çalakî li dar xistin. Xwendevanan  ji rektorê zanîngehê re daxwazname û pirsname şand û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Li Tirkiyê bi rewşa asayîbûnê gelek zanîngeh di serdema perwerdehiya nû hatin vekirin lê belê Zanîngeha Dîcleyê hêj jî nehatiye vekirin. Xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê li dijî venekirina Zanîngeha Dîcleyê ji rektorê zanîngehê re daxwazname û pirsname şandin û daxwazên xwe anîn ziman.
 
Piştî ku xwendevanan bi rektor re hevdîtin kirin, rektor diyar kir ku wê di 18’ê cotmehê de bi teqez Zanîngeha Dîcleyê perwerdehiya rûbirû vebibe. Li ser  vê xwendevanan diyar kirin ku heke rektor di soza xwe de nemîne wê çalakî û bernameyên xwe mezintir bikin.
 
Di dawiyê de xwendevanan li ser girîngiya piştgiriyê nîqaşan kirin û bi çepikan ji çalakiya xwe re bi dawî kirin. 
 
Pirsên xwendevanan wiha ne: 
 
"* Çawa li bajarê Stenbolê ku ewqas qerebalix e zanîngeh hatine vekirin lê belê li Amedê nayê vekirin?
 
* We di havînê de jî gotibû wê perwerdehiya rûbirû vebe û ew çaxa vakayên rojane 2 hezar bûn. Lê niha li gorî daneyan hêjmara vakayên rojane 400'î ne û li dijî vê çima zanîngeh nayê vekirin?
 
* We di pêvajoya pandemiyê ya ku 2 sal berdewam kir de çi xebat kirin?
 
* Di 3’yê îlonê de di weşana zindî de hatibû lidarxistin, gelek pirsên xwendevanan hebû lê çima tenê çend pirsên diyarkirî hatin bersivandin?