'Werin em bi hev re tora xwe ya têkoşînê bi hêz bikin'

  • 09:01 23 Îlon 2021
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Di çarçoveya mîtînga "Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê re Êdî Bes e, Dem Dema Azadiya Jinê ye" li Mêrdînê jî ji aliyê jinên HDP'yî û TJA'yî ve xebat hatin destpêkirin. Aktivîsta TJA'yê Rênas Abruşu diyar kir ku ew ê rexmê êriş û astengiyan jî xebatên xwe bidin meşandin û bi yekîtiya jinên Mêrdînê re tora xwe ya têkoşînê mezin bikin.
 
Bi dirûşma "Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê re Êdî Bes e, Dem Dema Azadiya Jinê ye" ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve mîtîngek herêmî  wê di 16'ê Cotmehê de were lidarxistin. Ji bo xebatên mîtîngê li herêman jî start hat dayîn. Têkildarî mîtîng û xebatên ku dê li Mêrdînê werin kirin aktîvîsta TJA'yê Rênas Aburşu bi ajansa me re axivî.
 
'Li dijî çand û zimanê me êriş heye'
 
Rênasê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca mîtîngê û wiha got:"Li Tirkiyeyê û bi taybet jî li herêmê êrişên polîtîkayên taybet li ser jin û ciwanan tên meşandin. Tecawuz, fuhuş û tiryakî di asta herî zêde de ye. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê re bi taybetî jî dibin sedema qetilkirina jinan û zêdebûna tundiyê. Em her roj dibin şahidê van bûyeran. Li aliyekî êrişek mezin li ser çand, ziman û hebûna me kurdan heye. Ev polîtîkayên AKP û MHP'ê ne ku bi eşkere dijminatiya jinan dikin. Ji ber ku rabûna jina kurd weke gefeke mezin dibîne. Dizane ew ê nikaribin li hemberî têkoşîna jinan li berxwe bidin, ew êrişên xwe yên xiniz dixin meriyetê."
 
'Pêwîst e em hemû bibin yek'
 
Rênasê da zanîn ji ber van sedeman ew îro dibêjin ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiyê ye. Rênasê wiha berdewam kir:"Li dijî van êrişan pêwîst e em hemû bibin yek û berteka xwe nîşan bidin. Têkoşîna 40 salan a ku em di ber ziman û çanda xwe de didin dixwazin vala derbixin. Divê em têkoşîna xwe bibin serî. Me jî weke meclîsa Jinên HDP û TJA'yê starta xebatên xwe yên Mêrdînê dan. Em ê li navçe, gund, tax û kuçeyan armanca mîtîngê ji gel re bêjin û wan vexwînin mîtîngê. Ew ê çalakiyên weke civîn û şahî werin lidarxistin."
 
'Qedexeyên walî kêyfî ne'
 
Rênasê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên ku walî nû dike û got:"Li Mêrdînê ji her 15 rojî carekê qedexeya çalakiyan tê nûkirin. Qedexeyên walî kêyfî ne. Piştî me start da şûnde walî qedexeya 15 rojan nû kir. Bi van rêbazan ew ê nikaribin çalakiyên me bidin rawestandin. Em ê weke jinên HDP û TJA'yî  li hemberî zayendperestî û nîjadperestiyê berteka xwe bi awayekî xurt nîşan bidin. Em ê xebatên xwe li taxan bidin berdewamkirin. Em di vê mijarê de bi israr in. Em dibêjin dem dema azadiyê ye."
 
'Werin em bi hev re tora xwe ya têkoşînê bi hêz bikin'
 
Rênasê herî dawî jî bang li welatiyan kir û got:"Pêwîst e hemû gel û bi taybet jî jin xwedî li çanda xwe, zimanê xwe û xwe derbikeve. Divê em li dijî hemû cureyên nîjadperestî û zayendperestiyê dengê xwe bikin yek. Werin em bi hev re tora xwe ya têkoşînê bi hêz bikin. Bila dengê me, rengê me bibe yek. Em ê bi vî rengî berxwedana xwe û têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê encax bi vî rengî bikaribin bi ser bikevin û gelek destkeftiyan bi dest bixin."