Tûrnûvaya fûtbolê ya ji bo bîranîna Denîz Poyraz, didome
- 08:39 23 Îlon 2021
- Rojane
EDENE - Tûrnûvaya fûtbolê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo bîranîna Denîz Poyraz dest pê kiribû, didome.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bîranîna Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin bi dirûşma "Êşa girêdanê têk bibe" tûrnûvaya fûtbolê li dar xist. Tûrnuvaya ji 8'ê Îlonê ve ye didome bi kelecana nêviyê fînalê û bi hatina hember hev a taximên jinê û tevlihev didome.
Tevî barîna baranê jî taximên jinan Rosa û Yıldızçand hatin hemberî hevdu. Yıldızçand, 5-0 ket pêşiya Rosayê û derbasî fînalê bû.
Yıldızçand dê di 25'ê Îlonê de bi Bakur di maça fînalê de bê hemberî hevdu.