Jinên Amedê: Çareserî guhertina hikûmetê ye

  • 09:07 21 Îlon 2021
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn-Şîrîn Çinar
 
AMED - Jinên ku der barê krîza aborî de axivîn gotin: “Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Yekane çareserî û sererastbûna aboriyê, guhertina hikûmetê ye.”
 
Li Tirkiyeyê di salên dawî de krîza aborî her diçe giran dibe û bi taybet bi pandemiyê re betalî, xizanî û deyn zêde bûn, ji ber vê jî krîzê bandor xwe zêde kir. Di vê çarçoveyê de zêdebûna bûha, faîz, kirê, fature û ji kar derxistininê welatî bêzar kirin. Di du salên dawî de li Tirkiyeyê bi dehan kesî ji ber krîza aborî dawî li jiyana xwe anîn. Welatiyên ku êdî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin, roj bi roj ji ber zêdekirina bûha, deyndar dibin. Krîza ku roj bi roj giran dibe, hêviyên gel jî têk birin û pirsgirêka betaliyê ciwanan dike fikaran.
 
Jinên li navçeya Yenîşehîr a Amedê, diyar kirin ku gelê xizan mahkumê birçîbûn û mirinê hatiye kirin û gotin êdî ne pêkane ku ew debara xwe bikin.
 
‘Çareserî guhertina hikûmetê ye’
 
Cotkar Ozlem Demîr: Jiyan zehmet e. Em cotkarin, em sebzeyê xwe ji baxçeyê xwe digirin. Gelo rewşa kesên li navendê rudinin çawa ye. Kirê, av, ceyran, gaz û her wekê din. Em cotkar têk çûne. Em ji 15-20 rojan carê dan û stanê dikin. Tevî vê em zehmetiyê dikşînin. Dewlet piştgiriyê nade cotkaran. Dema alîkarî dide jî du car ji bêrîka me digirin. Ji bo zibil û derman zemê dike. TEDAŞ me dide zorê. Min du traktorên xwe firotin, min deynê TEDAŞ’ê da. Niha selefxurê herî mezin TEDAŞ e. Ez ji bo deynê xwe neçar mam traktorê bifroşim. Çaraserî guhertna hikûmetê ye.
 
‘Ji sedî sed zem’
 
Mamoste Yasemîn Aydin: Enflasyonê bandorek mezin li sala 2021’ê kir. Karmend, karker her kes di zehmetiyê de ye. Ji ber enflasyonê kirê zêde bûn. Bac her diçin zêde dibin. Mirov nikarin debara xwe bikin. Gelo rewşa karkeran çawa ye. Êdî her kes xizane, her kes wek hev e. Hertişt ji sedî sed tê bihakirin. Ez mamoste me û dibêjim karekî din jî hebûya minê bikira. Ez her tim li debara xwe difikirim.Bêguman rewşa jinan ji ya mêran hîn bêhtir zahmet e.
 
‘Welatî mirine agahiya kesî tune ye’
 
Jina ku nexwest navê xwe bide ya 65 salî: Em hewl didin bi mûçeyê teqawîtbûnê yê hevjînê min debara xwe bikin. Ji mûçe pere kêm ji me re dimîne. Em dixwazin mûçeyê teqawîtê zêde bibe. Bila bihayê fêkî û sebzeyan hinek bikeve. Welatî mirine lê kes tune ji halê we re bigirî.
 
‘Em hewl didin rojê xilas bikin’
 
Hunermenda deng Sultan Tuzay: Li welat krîzek mezin heye. Ez qezenca xwe ya berê dikim. Dewletê di pandemiyê de alîkariyek neda. Ger piştgiriyek bida wê esnafan dukanên xwe negirtiba. Rewşa aboriyê qet nebaşe.  Rewşa gel nebaşe. Kes nikare tiştekî bigire. Her kes hewl dide roja xwe xilas bike. Divê dewlet destê gel bigire, mûçeyê asgarî zêde bike.
 
‘Ez pêşeroja zarokên xwe baş nabînim’
 
Mehtap Ay: Çar zarokên min hene. debara me ne hêsane. Min mûçeyê zarokê xwe yê astengdar û pereyê lênerînê digirt. Lê ji ber têr nedikir ez diçûm kar jî. Dema zarok biçin dibistanê debar zehmet e. Ez neçar mam zarokan bidim yurdê. Ji ber vê jî alîkarî hatin birîn. Ger rewşa min başbûna min zarokên xwe nedida yurdê. Ez deyndarê bankayê me. Ji ber vê rewşa min nebaşe. Ji ber aboriyê ez pêşeroja zarokên xwe jî baş nabînim.
 
‘Jin nikarin debara xwe bikin’
 
Sultan Çelîk ya xwarinpêjiyê dike: Krîz her diçe giran dibe. Kes nikare înkar bike. Rewşa jina zehmetir e. Li welat dîtina kar zehmet e. Bi mûçeyê didin malbat nikarin debara xwe bikin. Em ê çawa bikin. Piranî rêveberiya dewletê ji mêran pêk tê. Ji ber vê jî rewş nebaşe. Yên bûne sedema xizaniya jinan rêveberiya mêr e. Berê nedixebitîm. Piştî min dest bi xebatê kir jiyana min dîsa  neguherî ji ber pereyekê kêm didin.Her tişt biha ye. Em nikarin tiştekî bigirin. Ji bo krîz bi dawî bibe divê her kes bibe yek û li dijî neheqiyê dengê xwe bilind bike.
 
‘Aborî têk çûye’
 
Seyran Şeker:Aboriya dewletê têk çûye. Mirov êdî nikarin nan bibin malên xwe. Min bi rêbazên xwezayî krem çêkirin û ez bi firotina wan debara xwe dikim. Lê qezencek baş çênabe. Ji ber li piyasayê alav pir biha ne. Ez nikarim alavên kremê bigirim. Min ji bo alîkariyê serlêdan kir lê tiştek nekirin. Mafên me tune tên hesibandin. Dewlet piştgiriyekê nade gel.
 
‘Her tişt biha ye’
 
Edîbe Gurcum ya teqawît: Mûçeyê min têrî hefteyekê nake. Av, ceyran, gaz û lêçûna avahiyê. Her tişt zem kirine. Ev du sale ez nikarim pêlavekî bigirimm. Her tişt bihaye. Bihayê hêkan bûye du kat. Ji bo krîz ji holê rabe divê zem tên rakirin. Divê dewlet di vê mijarê de tiştekî bike.