Leyla Bîrlîk: Şêwra me li dijî dagirkeriyê nîşandayîna helwestê bû

  • 09:04 21 Îlon 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
NAVENDA NÛCEYAN - Berdevka Komîsyona Jinan a KNK’ê Leyla Bîrlîk diyar kir ku di pêvojoyeke wisa de lidarxistina şêwra jinên kurd girîng bû û got: "Şêwra me li dijî dagirkeriyê nîşandana helwestê bû. Jinên kurd dê di vê pêvajoyê de ji bo avakirina yekitiya jinên kurd çi bikeve ser milê wan dê pêk bîne."
 
Li başûr, bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê mijara sereke êrişên li hemberî kurd e. Êrişên ku bi her awayî pêk tên di demek dirêje di rojeva jinên kurd de ye.  Sazî, dezgeh, rêxistinên jinan û siyasetmedarên jin ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî di nav livûtevgerê de nin. Jinên her çar parçeyan ji bo pêşeroja xwe plansaziyên taybet derxistin. Li Diasporayê jî heman hewldan heye. Jinên kurd di 5'ê îlonê de li Hollandayê bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), şêwira jinên kurd li dar xistin û biryarên girîng girtin. Derbarê rewşa jinên kurd, êrişên li hemberî Gelê Kurd û şêwra pêk hatî de berdevka Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdîstanê (KNK) Leyla Bîrlîk ji ajansa me re axivî.
 
‘Me xwest li hemberê dagirkeriyê helwestek nîşan bidin’
 
Leyla di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku îro êrîşên li ser Rojhîlata Navîn ji ber berjewendiyên dewletan berdewam dike û got: “Wekî tê zanîn şerê sêyemîn a cîhanê îro li Rojhîlata Navîn didome. Navenda vê şerê jî mixabin Kurdîstan e. Hem hêzên emperyal hem jî dewletên ku li Rojhîlata Navîn wek dagirkerî rol dilîzin bi şerekê taybet dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Nêzî sed sal berê ku sînor hatibûn ava kirin, niha dixwazin li gorî berjewendiyên xwe ew sînoran ji nûve xêz bikin.  Bi vî awayî dixwazin dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê berdewam bikin. Gava em li rewşa başûrê Kurdistan û rojavayê Kurdistanê dinihêrin pêşengtiya vê dagirkeriyê Dewleta Tirk dike. Bêguman ligel van dagirkeriyê têkoşîna û berxwedana Gelê Kurd jî pêş ketiye. Loma ewqas êrîşên xwe zêde dikin. Dixwazin hemû deskeftiyên kurdan a ku bi salan e bi dest xistine tune bikin. Gava em li başûrê Kurdistanê dinêrin axa Başûr ji hêla Dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin. Êrîşên ku DAIŞ’ê li Rojavayê kiribû Dewleta Tirk niha dixwaze berdewam bike.”
 
‘Li her parçeyên Kurdîstanê jin hedef tên girtin’
 
Leyla wiha bal kişand ser bandora şer a li ser jin û zarokan: "Dema Efrîn hat dagirkirin, bi hezaran kes koçber bûn û demografiya li vir hat guhertin. Li Efrînê jin hatin qetilkirin, bi tecawîz û tacîzê re rûbirû man û gelek jin hatin revandin. Dema em bakurê Kurdîstanê dinêrin dîsa rewşekê bi vê rengî heye, siyasetmedarên kurd û jinên kurd dibin hedef. Bi taybetî ev pêkanîn li her çar parçeyên Kurdistanê pêk tê. Her wiha têkoşîn û hewldanên jinê jî li hemberê wan êrîşan heye. Îro têkoşîn û berxwedana jinên kurd li cîhanê wek mînak tê nîşandan. Helwesta jinan diyar e û desthilatdar ji wê helwestê ditirsin."
 
'Ji bo yekitiyê dê di nav hewldanan de bin'
 
Di 5'ê îlonê de li Hollandayê bi pêşengiya Komîsyona Jinan a KNK'ê şêwra jinên kurd pêk hat û di şêwrê de biryarên girîng hatin girtin. Derbarê mijarê de Leyla wiha axivî: "Em jî wek jinên Dîasporayê dijîn xwest li hemberê vê dagirkeriyê helwestek nîşan bidin û rol û mîsyonên xwe diyar bikin. Di şêwrê de biryar hatin girtin û yek jî wan biryaran avakirina Komîteya Jinên Kurd bû ya ku ji her çar parçeyên Kurdistanê pêk bê. Armanca komîteyê di serî de ji bo avakirina yekitiya jinên kurd bikeve nav hewldanan û piştre jî ji bo avakirina yekitiya jinên Rojhilata Navîn di nav tevgerê de bin. Her wiha di çarçoveya biryaran de hat diyar kirin ku li dijî dagirkirin û êrişan dê şandeyek jî biçe başûrê Kurdistanê. Dîsa komîsyonek dê li Dîasporayê di nav dîplomasiyê de be û dê rêzehevdîtinan pêk bîne. Jinên kurd dê di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê wan dê pêk bîne û bi vî rengî jî kar û xebatên xwe bidomîne."