ROJEVA 21'Ê ÎLONÊ 2021'Ê

  • 09:00 21 Îlon 2021
  • Rojev
 
*"Eger were pirskirin çima yekitiya netewî? Girîngiya wê çiye? Mirov dikare bi van hevokan bîne ser ziman… Yekitiya netewî; Rêya herî guncaw ya bi hev şêwirîn, parastina nirx, çand, ziman û ji nifşekê ber bi nifşekê din ve berdewamkirina netewekê ye. Gelê Kurd û Kurdistanê ku xwedî dîrokekî kevnare û ji bo mirovahiyê malovanî kiriye, di yekbûn û yekparçebûnê de demekî pir dirêj winda kiriye." JI PÊNÛSA JINAN
 
* Berdevka Komîsyona Jinan a KNK’ê Leyla Bîrlîk diyar kir ku di pêvojoyeke wisa de lidarxistina şêwra jinên kurd girîng bû û got: "Şêwra me li dijî dagirkeriyê nîşandana helwestê bû. Jinên kurd dê di vê pêvajoyê de ji bo avakirina yekitiya jinên kurd çi bikeve ser milê wan dê pêk bîne."
 
*Jinên Dengbêj ên Çelê diyar kirin ku dengbejî dîroka wan e û bi biryar in ku kevneşopiya xwe bidomînin. Jinên dengbêj her wiha daxwaz kirin ku zarokên wan jî bi zimanê xwe stranên xwe bêjin û kevneşopiya xwe bidin jiyîn. DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku der barê krîza aborî de axivîn gotin: “Aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Yekane çareserî û sererastbûna aboriyê, guhertina hikûmetê ye.”DÎMEN HEYE