HDP'li gundên Cizîrê serdanên xwe didomîne

  • 17:19 20 Îlon 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - HDP'a Cizîrê di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derê ne" de li gundê Xolan civîna gel li dar xist.
 
Kampanyaya  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a “Em HDP’î ne, li her derê ne” didome. Rêxistina HDP'ê ya Cizîra Şirnexê di çarçoveya kampanyayê de li gundê Xolan civîna gel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê Sabahattîn Denîz û Sabuha Akdag, hevşaredarên Cizîrê yên qeyûm tayinî şûna wan hatin kirin Berîvan Kutlu,  aktîvîstên TJA’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistin û rêvebiriya HDP'ê ya Cizîrê û gelek şêniyên gund tevlî civîna gel bûn. Jinan bi tilîlî û alên HDP’ê, HDP’yiyan pêşwazî kir.
 
Di civînê de parlamenter Hasan Ozgûneş axivî. Hasan, anî ziman ku ew di çarçoveya kampanyayê de îro hatine li cem hevdû û got: “Ji bo azadî û pêşeroja xwe divê em bibin yek. Em Gelê Kurd gelekê birîndarin. Êş û derdên me mezin e. Derdê me yê nasname û welat heye. Derdê me yê ziman, çand, xwebirêxistinkirinê, azadî û aştiyê heye. Gelê Kurd li dijî van hemû zext û zilmê xwedî ziman, çand û axa xwe derdikeve. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn 40 mîlyon Gelê Kurd dijî. Lê belê em ji hemû mafê xwe bêpar hatine hîştin. Kurdistan xwedî ev qas ernîgariyek dewlemende jî em bêxwedî mane. Wekî ku di dîrokê de jî tê zanîn em bi sedsalin li ser vê axê dijîn. Cara yekem kurdan gund ava kirin û sewalan xwedî kirin. Li ser rûyê cîhanê ji xeynî Gelê Kurd tu gelekê kewn tuneye. Lê em li dijî van hemûyan jî paşve mane. Sedema wê jî ji ber em yêkitiya xwe ava nakin e. Hertim yekitî pêwîste. Em gelê kurd ev serê 40 sal in li ber xwe didin. Divê em berxwedana xwe mezin bikin û yekitiya xwe ava bikin.”
 
‘Em partiya gel in’
 
Hasan, herî dawî wiha axivî: “Îktîdar dibêje gelê kurd cudakariyê dike. Lê belê cudakariyê ew dikin. Di navbera gelan de dijminatiyê ava dikin. Kesên ku mafên gelan, bawerî û mafê gelan nas nake cudakare. Em wek HDP’yî, beriya partiya Tirkiyê partiya Gelê Kurd in. Em partiya jin, zarok, ciwan, xîzan  û kedkaran in.”
 
Civîn bi çepikan bi dawî bû.