Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

  • 16:07 20 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - ÎHD'ê Dayika Şemiyê Guzel Şahîn di çaremîn salvegera koça wê ya dawî de li ser gora wê bi bîr anî. Hevala Guzelê ya têkoşîna wê ya 37 salan Sevnaz Gulmez wiha got:"Ev rêyeke bi şere û çetîn e çimkî berdêl tê dayin. Karê te pir zor dayika min çimkî cihê te xuya dike."
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Dayika Şemiyê Guzel Şahîn di salvegera wê de bi bîr anî. Dayikên Şemiyê Hanife Yildiz û Sevnaz Gulmez û birayê Hasan Ocak ê windayî Alî Ocak, parêzvanê mafê mirovan Levent Kaşar, keça Guzelê Meral beşdarî bîranîna li Goristana Gulsuyu ya Maltpeyê pêk hat bûn.
 
'Ji bo zarokên xwe bextewar bike ked dida'
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri da zanîn Guzelê di têkoşîna xwe de bûye mînak û wiha got:"Dayika xweşik têkoşîn hînî me kir. Rêhevaltiyeke me ya rêdirêj hebû. Di nava vê têkoşînê de me gelek tişt jiya. Ji bo zarokên xwe bextewar bike ked dida."
 
Dayika Şemiyê Sevnaz Gulmez a dema diaxivî hêsirên wê dihatin xwarê têkoşîna bi Guzelê re bi bîr xist û got Ev rêyeke bi şere û çetîn e çimkî berdêl tê dayin. Karê te pir zor dayika min çimkî cihê te xuya dike.
 
Piştre parêzvanê mafên mirovan Levent Kaşar û keça Guzelê Meral Guze li ser bîranîna Guzelê helbest xwendin. Piştre qurnefîl danîn ser gora Guzelê û bi belavkirina loqim bîranîn bi dawî bû.