Ji endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî 46 roj in agahî nayê girtin

  • 12:34 20 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya di 5'ê Tebaxê de li Hewlêrê hat girtin 46 roj in agahî nayê girtin.
 
Şandeya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera 7'emîn a Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an, serdana Şengalê kirin. Endamên şandeyê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK'ê Seyran Ehmed Hesen dema ji Şengalê vedigerin li Hewlêrê, ji aliyê asayîşa PDK'ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin 33 rojan agahî ji wan nehat girtin. Piştre bi biryara dadgehê di 6'ê Îlonê de Xewla Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen bi kefaletê hatin berdan. 
 
Ji jinên girtî Ciwana Ebdulbaqî 46 roj in agahî nayê girtin.