Ciwanên HDP'yî li Êlihê hatin gel hevdu
- 12:33 20 Îlon 2021
- Rojane
ÊLIH - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de li gundê Timoqa navçeya Hezoya Êlihê bi ciwanan re hatin gel hevdu.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe berdewam dikin. Ciwanên HDP’yî li gundê Timoqa navçeya Hezoya Êlihê hatin gel hevdu û seyranek organîze kirin. Nêzî 50 ciwan tevlî seyranê bûn. Di seyranê de de li ser mijarên polîtikayên şer ên taybet atolye hatin amadekirin, li ser fihûş û tiryakê nîqaş hatin kirin.
Di heman demê de ciwanan pêşbirka zanînê jî lidarxistin û seyrana ciwanan bi govendgerandinê bi dawî bû.