Danîşina doza Îpek Er: Encam diyar e!

  • 11:43 20 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Parêzer Berîvan Turan derbarê doza Îpek Er de diyar kir ku rapora ATK'ê ne objektîf e û got: "Dozgerî ji rêzê û hema ji bo tiştek nîşan bide îdianameyek amade kiriye û dadgeh jî ji serê ewil de heta îro faîl diparêze." 
 
Çawişê pispor Mûsa Orhan li Sêrtê destdirêjî Îpek Er kiribû û Îpek Er ji ber vê destdirêjiyê dawî li jiyana xwe anîbû. Mûsa yê destdirêjkar ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” negirtî tê darizandin. Rûniştina 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. Endama Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Berîvan Turan bal kişand ser danişînê.
 
Berîvan, diyar kir ku di danişînê de dadgeh ne adilane tevdigere got: "Em her tim alîgirê parastinê ne. Heke kes xwe aram his bike dikare wisa biaxife. Lê belê  kesên ku mexdûr bûyî û kesên ku mexdûran diparêz in di danişînê de hatin sûcdar kirin. Di danişînê de her tim malbata Îpek û Îpek hatin astengkirin. Her wiha parêzerên Mûsa jî her tim di got 'Ez hurmetê nîşanî we nadim'." 
 
Berîvan, da zanîn ku bi tevahî danişîn wisa derbas bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di danişînê de malbat hat sûcdarkirin. Di danişînê de mafê parastina me hat astengkirin. Her wiha parêzer nehiştin faîl biaxifê û her tim mudaxaleyê faîl kirin. Gotina parêzeran 'Musa hêj zaroke û fêdî dike biaxife' balkêş bû. Parêzerên faîl jî baweriya xwe bi beraatê tînin, ji ber ku rewşek wisa heye jî. Jixwe bawer in û baweriya wan li cihekî tê. Çend parêzer û dozger daxwaza girtina wî kirin jî pêk nehat. Tişta herî girîng jî dozger pirs ji şahîdan nepirsî û hewldanek wî ya edilane tunebû."
 
Berîvan, wiha bal kişand ser pisporên ATK'ê: "Rapora ku ji ATK'ê hatî ne objektîf e. Çend Îpek tiştên ku jiyayî vegotiyê jî neşandine cem psîkologê. Tişta ku hewce nehatiye kirin û bûne sedema xwekuştina Îpekê. Dema mirov hemû tiştan dinêre û dibine ku dadeger li hemberî jinan ne serbixwe ye. Li vir hişmendiya ku sûcdar jin e û yên ku şerm bike jin e li pêş e. Li vir hewl didin ku yekcar jinê sûcdar bikin. Mixabin ez bawerim ku dê danişînek din de Mûsa Orhan dê beraat bike, dê kêbûna delîlan hincet bikin û ew ixtîman gelek zêde ye. Lê divê bê zanîn ku em ê şopdarê vê dozê bibin û em ê têkoşîna jinan bidomînin. Her wiha em ê di her danişîna dozê de li vir bin û ji bo edalet pêk bê çi bikeve ser milê me em ê bikin."