ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 20 Îlon 2021
  • Rojev
 
*Malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyan û gotin: "Heta ku tecrîd ranebe ev zilm û zordarî dê li hemû qadên jiyanê bidome. Dema zarokên me azad bibin dê gelê me jî azad bibe. Ji bo vê jî têkoşîn divê." DÎMEN HEYE
 
*Qedexeyên hezar û 765 roj in li Wanê didomin, wek binpêkirina mafan li girtîgeh û her qadê bandor dike. Nûnera TÎHV’ê ya Wanê Sevîm Çîçek da zanîn ku desthilatdarî bi armanca berdewamiya desthildatdariya xwe binpêkirina mafan wek rêbaz dimeşîne û der barê rewşa girtîgehan de jî wiha got: “Mafê jiyan û tenduristiya girtiyan di bin kontrola memûrên wir de ye. Di qanûnan de jî ev tune ye û divê di bin garantiyê de be.” DÎMEN HEYE
 
* Li Gundê Stîlîliyê, li ser gora Musa Anter wê merasîma bibîranîn were kirin. (15.00)