Jinan li dijî qirkirinê şer û tecrîdê çalakî li dar xist

  • 17:22 19 Îlon 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Li Sutangaziya Stenbolê bi dirûşma "L dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin" bi jinan re hevdîtin hat kirin. Di hevdîtinê de peyamên dê îqîtdar mêran hilweşe. Wê jin bi ser kevin! Gel bi ser kevin! hatin dayîn.  
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, "L dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Parka Aşik Veysel a Sutan gaziyê bi jinan re hevdîtin kir, di hevdîtina hat kirin, Endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Aigriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Paralmentera Amdedê Semra Guzel, parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay,  Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Endamên Komeleya Dema Jinê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tevli bûn. 
 
Parka ku pankarta bi dirûşma "Em lidijî qirkirian jinan ber bi azadiyê ve dimeşin"  hat vekirin polîsan dorpêç kir di hevdtîinê de dirûşmên "Bijî Berxwedna zindana", " Tecrîdê bi dawî bikin", "Em kurd in" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û govend hat gerandin. 
 
'Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe'
 
Aktîvîsta TJA'yê Zekiye Îlbasan berî daxuyaniyê axivî û bal kişnad ser tecrîda li Îmraliyê. Zekiye wiha got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi awayê dijhiqûqî didome û pê re têkilî nikare bê danîn. Bila tecrîd demildest bê bidawîkirin."
 
'Şer encama îqtîdar mêrê serdest'
 
 Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bultu jî got, " Ewê daxwazên xwe bi jinan re nû bikin û got, "Em jiyaneke bi hev re û aştiyane dixwazin daxwaza jinan ev û jin û pergala wan bi edalet in. Şer encama îqtîdara mêr e."
 
'Qirkirin û êrîş girêdayî tecrîda li îmraliyê ne'
 
Parlamenter Semra Guzel jî hemû jinên li parkê silav kirin û got ku bi salan e li dijî zîhniyeta mêr li kolanan têkoşînê didin.Semra diyar kir ku ew hevrêyên Clara, Sara, Hevrîn, Bêrîvan, Fîgen, Sebahat, Gultan, Leyla û Ayşe ne û ew ê jî wekî wan vê têkoşînê mezin bikin û pêşve bibin .Semra wiha berdewam kir, "Ger ku hûn Denîz Poyraz qetil dikin, malbata kurd a li Konyayê û ermeniyan qetil dikin  û deriyê elewiyan nîşan dikin ev girêdayî tecrîda li îmraliyê ye."
 
'Pêşengên têkoşîna li dijî pergala serdest a mêr jin in'
 
Piştî axaftina aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica, daxuyanî xwend û got, "Di serî de jinên afgan em hemû jinên li dijî pergala serdest a mêr ku têkoşînê didin silav dikin."
 
'Wê jin û gel bi ser kevin'
 
Eylemê diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê ku hatiye destpêkirin aktorên wî şerî AKP -MHP'ye û bi vî şerî dixwazin îqîtdara xwe li ser piyan bihêlin. Lê jinan li Afganistanê li dijî Talîbabê li Rojava li dijî DAÎŞ'ê û wê li vir jî li dijî pergala serdest a mêr dewletê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. Wê îqtîdara we têk biçe û wê jin bi ser kevin."