Jinan çalakiya bi bîsîkletê li dar xist

  • 16:33 19 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Li Parka 75'ê di çarçoveya Çalakiya Bajarên bê Wesaît a  Cîhanê de, "9'emîn Tura bisîkletê yaJinên bi Xem û Xêz" hat lidarxistin. Jinan li dijî pirsgirêkên ekolojîk dawazên xwe rêz kirin.
 
Li Parka 75'ê li li ser Kolana Musa Anter a navçeya Peyasa Amedê di çarçoveya Çalakiya Bajarên bê Wesaît a  Cîhanê de "9'emîn Tura Bîsîkletê ya Jinên bi Xemil û Xêz" hat lidarxistin. Jinên ku beriya çalakiya xwe daxuyanî dan bal kişandin ser girîngiya rojê. Li ser navê jinan Şeyma Nur Yapici, diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku jin bêhedtîr hêza xwe bidin nîşanda û ji bo ku xwe temsîl bikin derfet ji wan re bê dayîn.  
 
'Em dixwazin cîhaneke paqij ji zarokan re bihêlin'
 
Şeyma, anî ziman ku di civakê de jin jî xwedî heman mafên ku mêr jê sûdê digirin û mafê wan jî ku xwe li her derê azad îfade bikin. Şeyma anî ziman ku ji bo cîhaneke paqij ji zarokan re bihêlin çi ji destên wan bê dê bikin.
 
Jinan di daxuyaniyê de hin daxwazên xwe wiharêz kirin: 
 
"*Di serdema pandemiyê de em di malan de hatin hepiskirin. Dema ku em derketin derve jî em li qadeke hêşîn geriyan. Dema ku wesayitên bi motor li derve tunbûn me dît ku hewa gelek paqij bûye. Me dît ku herî zêde pêdiviya me bi vê hewa paqij he. Em li wesayitên bi motor siwar nebûn û bîsîkleta me ya ku hem em pê sporê bikin hem jî pê hewaya paqij bigirin hebû...
 
*Eê doxwazin qada cemaweriyê li gorî ku zarok û jin jî bi kar bînin bê amadekirin.
 
*Em dixwazin li bajarên mezin hin kolan ji trafîka wesayitên bê motor re bên girtin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi ajotina bêsîkletan a ber bi Birca Keçikê ve berdewam kir.