Zarokekê bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da
- 13:46 19 Îlon 2021
- Rojane
AMED - Zaroka 12 salî ya bi awayekî bi gûman ji qata 7’emîn a avahiya li navçeya Rezanê ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Rezan a Amedê, zaroka 12 salî A.D., bi awayekî bi gûman ji qata 7’emîn a avahiya 8 qat ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî îdîayan, zarok piştî dengê qîrîniya wê hat bihistin, ji şaneşînê ketiye xwarê. Polîs û xebatkarên tenduristiyê, li ser agahiya kesên derdorê, hatin cihê bûyerê.
Xebatkarên tenduristiyê, piştî mudaxileya ewil zarok rakirin nexweşxaneyek taybet. Zaroka 12 salî li gel hemû mudaxileyan nehat rizgarkirin û cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.