Nobeta Edaletê di roja 195'an de ye

  • 12:01 19 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê didome. Malbatê li ser hesabê xwe yê dijîtal gotinên helbeskar û nivîskar Çayan Okuducu ku ji bo Emîne nivîsandibûn parve kir.
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24'ê Hezrana 2018'an parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşa hat kirin de hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. li dijî vê qetlîam û bê edaletiya ku hat kirin Emîne Şenyaşar û lawê wê yê ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bû Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2020'î de dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn û çalakiya xwe di roja 195'an de berdewam dikin. Malbatê ji ber betlana dawiya hefteyê ku edliye  girtî ye, îro çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê dijîtal gotinên helbeskar û nivîskar Çayan Okuducu ku ji bo Emîne nivîsandibûn parve kiririn: "Lêgerîna dayê Şenyaşar ku bi destên xwe axê dikole û li edaletê digere remza Tirkiyeya sedsala 21'emîn e. Ev remz, bê edaletî, bê hiqûqî, zalimtî û têkçûna vê dewletê a li hemberî hiqûqê ye."