Leşkerên tirk ji Girê Spî zarokek din revandin

  • 11:49 19 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên dewleta tirk a li bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî zarokeke din revandin.
 
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, roj nîne ku sûcê li dijî mirovahiyê neyê kirin û mirov neyên revandin. Piştî ku çeteyên Ehrar El Şam ên dewleta tirk li gundê Kurzêlê yê Şêrawayê mirovekî kal  revand û îşkence lê kir, vê carê jî li Girê Spî kesek hate revandin.
 
Li bajarokê Elî Baciliyê yê Girê Spî ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, li gundê Um El Xeratîmê zarokeke bi navê Kewser El Ebid hate revandin û nayê zanîn ku bi ku ve birine.