'Edaleta ji bo malbata Şenyaşar ji bo her kesî ye'

  • 09:42 19 Îlon 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Aktîvîstên TJA û Înîsiyatîfa Diyikên Aştiyê jî di nav de 11 jin amadekariya ku bên serdana çalakiya Emîne Şenyaşar a 195 roj e berdewam dike. Jinan bal kişand ser qirkirina kurdan û bêberpirsiyariya dewletê û gotin, "Edaleta ji bo malbata Şenyaşar ji bo her kesî ye."
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartina 24'ê Hezrana 2018'an parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrîşa hat kirin de hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. li dijî vê qetlîam û bê edaletiya ku hat kirin Emîne Şenyaşar û lawê wê yê ku ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bû Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2020'î de dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn û çalakiya xwe di roja 195'an de berdewam dikin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de heyeteke ji 11 jinan pêk tê, wê sibe di saetên êvarê de ji bo bên serdana çalakiya Emîne Şenyaşar derkevin rê. Hayat Îzgî û Behiye Yalçin ên di nav heyetê de cih  girtin derbarê serdana ku wê bikin de axivîn. 
 
'Di qirkirina kurdan de tiliya dewletê heye'
 
Aktîvîsta TJA'yê Hayat Îzgî diyar kir ku ew ji bo êşa Emîne Şenyaşar parve bikin û bibin hevkarên çalakiya wê ya nobeta "edaletê" wê biçin RIhayê û berdewam kir, "Li gel ku ji malbatekê 3 kes hain qetilkirin jî dîsa polîtîkayên bê cezatiyê di meriyetê de ne. Eçiqandina zarokên me bi panzeran jî ne rasthatin e.  Ji ber ku kujer bê ceza tên hitin qetlîamên xwe berdewam dikin.  Di qirkirina kurdan tiliya dewletê heye."
 
'Edaleta ji bo malbata Şenyaşar ji bo me  ye jî'
 
Hayatê diyar kir ku malabta Şenyaşar ji bo daxwaza xwe ya edaletê bi raya giştî re parve bikin di çalakiyê de ne û berdewam kir, "Edaleta ji bo wan ji bo me jî lazim e. Ji bo malbata Şenyaşar dîmenên nû derketin holê . Di wan dîmenan de cerdevanê ku diçe qetlîamê bike bi çeka xwe xuya dike lê li gel vê jî tu tişt nehatiye kirin."
 
'Em ê ji wan re ragihînin ku ne tenê ne'
 
Berdevka Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin jî gotî, "Divê edalet ji bo her kesî pêk bê. Li ber çavên dayikê zarokên wê hatin qetilkirin. Êşa ji ber zarokên wan ji bo dayikan êşa herî mezin e.  Ew dayik çi bike mafdar e, çalakiya wê pîroz e û em jî li gel wê ne. Em ji bo ku êşa wê parvebikin dereng mane. Lê ev ji destê me dihat. Ha zarokê wê ha yên me .Em ne li gel wê bin jî em bi dil pê re ne."
 
'Herkesê xwedî wicdan divê xwedî derkeve'
 
Behiye di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê her kesê xwedî vicdan xwedî li çalakiya Emîne Şenyaşar derkeve û ev tişt got, "Edalet ger ku pêk bê wê tenê ne ji bo wan ji bo her kesî pêk bê. Ji ber vê divê her kes destê xwe bide ser wicdanê xwe û bêdeng nemîne."