ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 19 Îlon 2021
  • Rojev
 
*Azîze Kaydaş’a ku 23 sal in debara xwe bi hilbêrîna titûnê dike û pê 6 zarokên xwe xwedî dike. Azîze da zanîn ku ji ber qeyrana aboriyê êdî nikarin debara xwe ya rojane jî bikin û got: "Em 4 mehan bi hilberîna titûnê re mijûl dibin lê ne em kesên ku bazirganiya vî karî dikin qezenç dikin. Ev tişt jî nîşaneya kedxwariyê ye." BI DÎMEN 
 
*Nahîle Yigit a ku 2 zarokên wê astengdar in û ji bo debara xwe ya rojane bike karê dirûnkariyê dike wiha got:"Serweta min makîneya min a cildirûtinê ye. Lê belê ji ber em niha nikarin kirya xwe jî bidin dibe ku ez makîneya xwe bifroşim û li benda qedera xwe bimînim."
BI DÎMEN 
 
*Li gorî daneyên meha tîrmehê ya DÎSK-AR, TUÎK’ê, betaliya jinan li gorî mêran pir zêde bûye û jinan diyar kirin ku xebata bê qeyd, bê tazmînat ji kar avêtin û her wekê din pir bandor li ser wan dike. BI DÎMEN