Li Dîlokê zarokek hat kuştin
- 15:35 18 Îlon 2021
- Rojane
DÎLOK - Di şerê navbera du koman de ku li navçeya Şehîtkamîla Dîlokê qewimî Hasan Altun ê 16 salî hat kuştin.
Li taxa Karacahmet a Navçeya Şehîtkamîla Dîlokê di şerê navbera du koman de ku qewimî Hasan Altun ê 16 salî bi kêran hat kuştin. Hasan ê ku di şerê nayê zanîn bi çi sedemê derketiye de bi giranî birîndar bû, bi ambulansa ku hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya
Dewletê ya Şehîtkamîlê. Tevî mudaxileyan jî Hasan nehat rizgarkirin û cenazeyê wî rakirine Saziy Tiba Edlî ya Rihayê. Hat zanîn ku cenazeyê Hasan wê li gundê Çavşaka bi ser navçeya Hewenga Rihayê ve were veşartin.