Ji Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên HDP'ê xebatên atolyeyê

  • 12:35 18 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di vekirina atolyeya Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên HDP'ê de axivî li ser tecrubeya rêveberiyên herêmî yên jinan wiha got:"Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar me xwest em pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinê bi hêz kir û me hewil da tevlî qada civkî û siyasî bibin."
 
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Otela Hillê ya Taksîma Stenbolê bi serenavê "Rêveberiyên Xweser ên Azad ên Jinê" xebatên atolyeyê li dar dixin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinê ya Rosayê, Komeleya Demê ya Jinê, Komeleya Têkoşîna li dijî Tundiya Zayendî, Parêzerên Femînîst, Piştevaniya Mor, Tora Parastina Jinê, Jin bi hev re bi Hêz in, Weqfa Çareseriyên Nû ya Komelaya Mafên Mirovan a Jinê, nûnerên Jinên Hewildana Akademisyenên ji bo Aştiyê beşdarî atolyeyan bûn. 
 
'Me binê serkeftinên mezin îmze kir'
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di vekirina atolyeya Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên HDP'ê de axivî da zanîn tevgera jina kurd bi 3 endamên meclîsê yên şaredariyan dest pê kirine û ev yek bi sîstema hevserokatiyê bi tac kiriye û wiha domand:"Me bi vê pratîkê hedef kir qada rêveberiyên herêmî yên wekî qada mêran dihat dîtin biguherin. Me di vê yekê de azadiya zayenda civakî esas girt. Me binê serkeftinên mezin îmze kir."
 
'Tevgera jina kurd ji bo jinan qadên nû vekirin'
 
Ayşeyê da zanîn wan ji xwe re kiriye hedef ku li dijî îktidara serdest a mêr têkoşînê bidin meşandin û wiha pê de çû:"Li dijî siyaseta tahakkumkar pratîka rêveberiyên xweser a digihêje aqilekî hevpar me xwest em pêk bînin. Me îrade û rêxistinbûna jinê bi hêz kir û me hewil da tevlî qada civkî û siyasî bibin. Jinan li dijî desthildariya mêr li ber we da. Tevgera jina kurd ji bo jinan qadên nû vekirin. Me navên dên têkoşîna li dijî tundiya jinê vekirin. Her wiha me kooperatîfên jinan vekir. Lê belê ev destkeftiyên me ji aliyê îktidarê hedef hat girtin."
 
Êrişên li ser şaredariyan
 
Ayşeyê di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser sîstema hevserokatiyê û wiha got:"Li dijî hevserokên me doz hatin vekirin, ji peywira xwe dûr hatin xistin û qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Polîtîkayên serdest ên zayendperest, yekperest dan meşand. Bi destên şaredariyan dest bi êrişên polîtîk, îdeolojîk kirin. Mêr anîn ser navendên jinan û li dijî perspektîfa jin dikarin xwe bi rê ve bibin derketin. 
 
'Em ê perspektîfa pirjimar bikin meriyetê'
 
Ayşeyê da zanîn wan li eniya Tirkiyeyê hindik be jî tecrubeyek bi dest xistine û wiha got:"Şaredariyên Akdeniz û Dikiliyê yên Edeneyê ji bo me bûn tecrubeyên mezin. Li dijî destkeftiyan êrişên mezin pêk tên. Lê belê li dijî van êrişan têkoşîna me didome. Ligel êrişan jî li vir têkoşîneke mezin hat dayîn. Li her qadê torên piştevaniyê hatin xurtkirin û xebatên bi bandar hatin kirin. Ev tişt bi saya tecrûbe û kevneşopiyan pêk hat. Em ê li ser em dikarin çawa xêza azadiyê ya jinê pêk bînin nîqaşan bidin meşandin û hewil bidin xwe bigihêjin encamekê. Em ê perspektîfa pirjimar bikin meriyetê."
 
Piştî axaftina vekirinê bernameya ku pêk bê wiha ye: 
 
Rûniştan Yekem 
 
Hevşaredara Erdîşa Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Diba Keskin: “Di mekanîzmayên Rêveberiyên Herêmî de temsîliyet û tevlîbûna jinan." 
 
Mafê Mirovan a Jinan - Koordînatora Komeleya Çareseriyên Nû- yên Mafên Mirovan Hîlal Gençay: “Ji qadên civakî tevlîbûna pêvajoyên demokratîk."
 
Rûniştina Duyem 
 
Avahîsaz Mucella Yapici: “Gelo sazkirina bajarên azad ên jinan pêkan e? Di cihan de zayendî dibe an jî zayendibûna cihan dê çawa biguhere? 
 
Rûniştina sêyem 
 
Femînist Semîha Ari: “Di rêveberiyên herêmî de têkoşîna li dijî xizaniyê û veqetandina budçeyên jinan. Di têkoşîna li dijî xizaniya jinan de rol û mîsyona rêveberiyên herêmî."
 
Akademîsyena Aştiyê Seda Karakaş: “Di rêveberiyên herêmî de li gorî wekheviya zayendî budçe." 
 
Rûniştina Çaremîn 
 
Ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê Zeynep Ekîn Aklar, Seher Kalkan, Ji Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, parêzera femînist Hulya Gulbahar dê biaxifin. 
 
Her wiha nîqaşên ku niha tên kirin dê ragihînin Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî ya ku dê di 25'ê îlonê de pêk bê û her wiha dê ragihînin Konferansa Rêveberiya Herêmî ya ku dê di 26'ê îlonê de bê lidarxistin jî.