Li dijî zayendperestiyê tura bisiklêtê

  • 11:39 18 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Li dijî zayendperestiyê, tundiya li ser jinan û qirêjkirina derdorê bi dirûşma “Herî zêde jin li kolanan tên” sibê li Amedê tura bisiklêtê pêk tê. 
 
 Di çarçoveya “Roja Bajarên Bêotombîl a Cîhanê” de, her sal di 22’yê Îlonê de, li seranserê cîhanê çalakiyên cihêreng tên organîzekirin da ku balê bikişînin ser veguhastina domdar û alternatîfên ji bilî otomobîlan têne teşwîqkirin. Li Tirkiyê jî, ji sala 2013’yan ve jin ji bo bikaranîna bisiklêtê û hestiyariya li dijî qirêjkirina derdorê zêde bibe, her sal tûra “Herî zêde jin li kolanan tên” li dardixin. Îsal jî, jinan xwe ji bo ajotina bisiklêtê amade kirin.
 
Li Amedê, wê di 19’ê Îlonê de, Tûra Bîsîklêtê ya Jinên Bixeml a 2’yemîn bi dirûşmeya “Herî zêde jin li kolanan tên” bê lidarxistin. Jin, wê ji Parka 75 a navçeya Peyasê, saet 13.30’an dest bi tûra xwe ya bisiklêtê bikin û li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê bi dawî bikin. Organîzasyona Bisiklêtê ya Jinên Bixeml  jinên Amedî vexwendin tûra bisiklêtê.