ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 18 Îlon 2021
  • Rojev
*Feleknas Uca ya HDP'yî ya têkildarî konê provokasyonê yê li ber partiya wê hat avakirin axivî diyar kir ku ew ê destûrê nedin provakasyonên bi vî rengî û got:"Piştî qetilkirina Deniz Poyraz qey dixwazin komkujiyeke mezintir bikin?"BI DÎMEN
 
*Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay yek ji girtiyek nexweş e diyar kir ku ew ji bo rewşa bavê xwe gelek bi fikar e û got: “Gelek nexweşiyên bavê min hene û bi roj dibin revîrê, bi şevê jî tînin girtîgehê. Ez dixwazim bavê min û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.” BI DÎMEN 
 
*Welatiyên li taxa Peyasê ya Kayapinarê ya Amedê dijîn, diyar kirin ku qeyûm peywira xwe nake, pirsgirêkên hawirdor û ewlehiyê zêde bûne. BI DÎMEN
 
*Ji bo mîtînga Amedê ya ku wê bi dirûşma "Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê Re Êdî Bese, Dem Dema Azadiyê Ye” di 16'ê Cotmehê de tê lidarxistin, li Mêrdînê jî dê starta xebatan tê dayîn. Derbarê xebatan de li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyaniyek bê dayîn. (11.00) BI DÎMEN