Jinan ji bo xurtkirina xebatên mîtînga Amedê serdana komeleyan kirin
- 19:09 17 Îlon 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Meclîsa Jinan a HDP û TJA'yê ji bo xurtkirina mîtînga ku dê li Amedê bê lidarxistin serdana platforma jinan û sendîkayan kirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê bi dirûşma “ Ji Nîjadperestî û Zayendperestiyê Re Êdî Bes e, Dem Dema Azadiyê ye” di 16’ê meha Cotmehê de li Amedê mîtîngek herêmî li dar bixe. Di çarçoveya xebatên ku li Mêrdînê jî wê werin kirin de Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana STK, Platforma Jinan a Şahmaranê û Baroya Mêrdînê ya Jinan kirin. Ji bo bihêzkirina xebatan banga piştgirî û xurtikirina tora jinê kirin.