Li Moskowayê jinan tecrûbeyên xwe yên têkoşînê vegotin

  • 12:50 17 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya Mala Neteweyan bi armanca bal kişandina ser têkoşîn û berxwedana jinan li Moskowayê civîna jinan hat lidarxistin. Jinan di civînê de tecrûbeyên xwe yên têkoşînê parvekirin.
 
Li Moskowayê bi pêşengiya Mala Neteweyan bi armanca bal kişandina ser têkoşîn û berxwedana jinan civîna maseya girover hat lidarxistin. Di civînê de rol û berxwedana jinan a ji şerê cîhanê yê duyemîn heya roja me ya îroyîn hat vegotin. Civîn ji aliyê hîndekara zanistên pedagojiyê ya Moskowayê Îrîna Alêksandrovna Şapovalova ve hat rêvebirin. 
 
Di civînê de li gel nûnerên û berpirsyarên sazî û rêxistinên jinan fermandarên artêşa Rûsyayê jî amade bûn. Doktora zanistên dîrokî Zarîna Pêtrovna Vaşurîna, seroka Yekitîya Neteweyên Kore ya li Rûsyayê Kim Moîsêy Îrbêmoviç, doktorê felsefeyê Dmitriy Aleksandroviç Surmilo, nunera rexistina ciwanên komara Lugansk a Ukrayna Anastasya Sergevna Kolakina, doktorê felsefe û zanistê Aleksandr Vladimiroviç Valov, seroka Fona Diasporaya Kazaxan Saule Abdikarimovna Îvanova, rojnamevan Kurdistan Lezgiyeva jî wek qiseker tevlî civînê bûn.
 
Beşdarên civînê li ser roja jinên Rûs a di şerê cîhanê de axivîn. Bi têkoşîna jinan ve girêdayî zext û binpêkirinan mafên jinan jî bi awayekî berfireh hat vegotin. Di civînê de li ser navê jinên kurd ên li Rûsyayê jî rojnamevan Kurdistan Lezgiyeva axivî.
 
Kurdistan, bal kişand ser rola jinên kurd a di şerê dijî DAIŞ’ê de û got: “Di têkoşîna azadiyê de jinên kurd bi hişmendiyek dîrokî tevdigerin. Kurdên ku beşdarî Şerê Niştimanî ya Mezin bûne her dem di bîra mirovan de bûne nimûneyek rastîn, serbilindî û rûmeta Gelê Kurd. Hema hema li her gundê Ermenistanê ku kurd lê ne, ji bo rêzgirtina ji bo partîzanên ku şehîd ketin abîde hatine danîn.”
 
Kurdistan bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan û got: “Êdî jin bi hişmendiyek azad tevdigerin û dikarin xwedî li hebûna xwe derkevin. Di her qada jiyanê de jin xwe birêxistin dikin. Asta rêxistinbûyîn û têkoşînan jinan gihaştiye pir girîng e.”
 
Di civînê de piştî axaftinan li sînevîzyona têkoşîna jinan vedibêje hate temaşekirin. Beşdarên civînê ji bo balê bikşînin ser têkoşînan jinan biryara dan ku civînên bi vî rengî li dar bixin.