Hunermend: Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan

  • 09:08 17 Îlon 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Hunermendan balkişand ser rewşa girtiyên nexweş yên roj bi roj rewşa wan giran dibe û gotin: “Divê girtî bên berdan. Ev mafê sereke ye. Mirov hem girtî hem nexweş be,  jiyana li girtîgehê ne pêkan e. Em bi dehan car bûn şahidê vê. Divê demildest girtî bên berdan.”
 
Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş her diçe gran dibe û piştî vîrusa korona rewş hîn bêtir giran bû û binpêkirinên mafan jî li girtîgehan berdewam dikin. Li gorî rapora girtîgehan a ÎHD’ê ya sala 2020’î li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê û dermankirina wan tê astengkirin. Her wiha tecrîda giran li ser girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên nexweş ên li nexweşxaneyê tên dermankirin, rapora ‘nikarin li girtîgehan bimînin’ digirin lê ev tê redkirin û girtî terkî mirinê tên kirin.
 
Di 2021’ê de 14 girtiyî jiyana xwe ji dest da
 
Di 2020’an de 27 girtiyan jyana xwe ji dest da û ji serê sala 2021’ê heta niha 14 girtiyên din jiyana xwe ji dest da. Ji ber alîgirbûna ATK’ê girtiyên nexweş nayên tahliyekirin, yekane astengiya li pêş tahliyekirinê jî ne tenê rapora ATK’ê ye. ATK rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ bide jî di çarçoveya prosedura emniytê de, bi xetere an na divê bê lêkolînkirin 
 tevî rapora ATK’ê emniyet nêrîna ‘wê xetereyê biafirîne’ pêşî li tahliyeyan digire.
 
 Şêwirmenda Hiqûqî ya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST) Esra Erîn berê ji ajansa me re nirxandin kiribû û diyar kiribû ku mafê dermankirinê zehmet bûye, girtiyên nexweş di wesayîtên rîngê de dibin û tînin, carnan bi kelepçeyê bi saetan didin sekinandin û sewqî nexweşxaneyên dur dikin, avê jî nadin wan. 
 
Huermend Julîde Kural û Nur Surer der barê rewşa girtiyan de ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku mafê jiyana girtiyan ji dest tê girtin û bang kirin ku divê demildest bên berdan.
 
‘Hestiyarî pêş nakeve’
 
Julîde Kural bi lêv kir ku binpêkirina mafan yên li ser girtiyan li dijî mafê mirovan e û wiha pê de çû: “Di esasê de ev pirsgirêkeke bi salane didome ye. Lê civak di mijara girtiyên nexweş de hestiyariyek baş pêş naxîne. Evqas li ser hev dijhiqûqî û binpêkirina maf pêk tê ku girtin tê wateya jibîrkirinê. Mixabin gelek caran hatiye dîtin ku kesekî girtî ji ber şert û mercên jiyaneke baş li wir tune ye, jiyana xwe ji dest daye. Ev helwesteke serdestan e. Mafê sereke  yê girtiyên nexweş ji dest tên girtin.
 
‘Mafê jiyana wan ji dest wan digirin’
 
Julîdeyê anî ziman ku ya vê biguhere refleksa civakê ye û mixabin lingekî çapemeniyê yê ku vê refleksê pêş bixe tune ye. Julîdeyê nirxandina xwe wiha domand: “Bedela vê encamên giran bi xwe re tîne. Divê pêkanînên li hember girtiyan demildest bên guhertin. Ji xwe beşeke mezin a girtiyan ji ber siyasetê girtî ne. Her tişt li aliyekî, şert û mercên jiyana girtiyan nayê avakirin û nayên berdan. Ev tê wateya ku mafê jiyanê yê sereke ji destê wan tê girtin.”
 
‘Çîroka wan tê jibîrkirin...’
 
Julîdeyê destnîşan kir ku ji bo avakirina hestiyariyê çapemeniya dijîtal di vê mijarê de gelek girîng e û balkişand ser kampanyayekê: “Divê der barê mijarê de kampanyayek bê destpêkirin. Der barê girtiyan de nêrîna ‘teror’ di civakê de tê afirandin. Ya girîng jî girtiyên siyasî di civakê de bi têgeha terorê tên nîşandan û ev jî êdî çîrokên wan dide jibîrkirin.”
 
‘Aysel Tugluk li ber çavên me tiştên bi xof jiya’
 
Julîdeyê balkişand ser rewşa hevseroka dema berê ya KCD’ê û cigira hevserokatiya giştî ya HDP’ê a dema berê  Aysel Tugluk ku niha li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê girtiye û tevî nexweşiya wê nayê berdan ku ATK’ê got dikare girtî bimîne de, ev tişt bi lêv kir: “Me bi salan nivîsên xweş yên Ayselê xwendin. Jinek entelektuel a gelek başe. Li ber çavên me gelek caran  tiştên bi xof jiya. Niha rewşa tenduristiya wê ne baş e. Tevî vê dibêjin dikare li girtîgehê bimîne. Ji bo hestiyarî bê afirandin dikare kampanya bên kirin. Em dikarin li ser çapemeniya civkî vê di rojevê de bigirin.”
 
‘Divê demildest girtiyên nexweş bên berdan’ 
 
Julîdeyê di dawiya axaftina xwede daxuyakirin ku dewlet ji girtiyên nexweş berpirse û ev bang kir: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Ev mafekî mirovan yê sereke ye. Em bi dehan caran bûn şahid ku jiyana wan ya li wir ne pêkan e. Ez bang li dewletê dikim ku berpirsyariya xwe bînin cih.”
 
‘Bi hezaran girtiyên bê tendirustî mane hene’
 
Nur Surer jî diyar kir ku li Tirkiyeyê hestiyarî bûye xeyal û wiha dirêjî dayê: “Li welatê ku 70 sale bi desthilatdaryên rastgir hatiye meşandin de, girseyeke ku ji bo girtiyên nexweş tiştekî nake heye. Hevjînê min 8 salan girtî ma. Ez girtîgehan ji nêz ve dizanim. Niha girtiyên siyasî yên 30 sal e girtî ne hene. Bi hezaran girtiyên ku tenduristiya wan têk çûye hene, dê û bavên wan ji zû ve jiyana xwe ji dest dane û rêxistinên wan tune bûne hene.”
 
‘Hestiyarî tune ye’
 
Nur Surer balkişand ser girtiyên nexweş û got li ser girtiyên nexweş binpêkirinên mafan hene û ji bo girtiyên edlî jî pêkanînên dijberê vê xistine jiyanê û ev  nirxandin kir: “Naxwazin bi girtiyên nexweş re mijûl bibin. Li girtîgehên Tirkiyeyê mafê girtiyên nexweş ji dest tê girtin û mixabin li dijî vê hestiyariyek baş tune ye.”
 
Hewldana malbatan têrê nekir’
 
Nurê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li şûna girtiyên nexweş gumanbarên komkujiya Sêwasê tên berdan û ji bo berdana girtiyên nexweş ev bang kir: “Çend sale kes, hewldana malbatên girtiyan nabîne. Hewldana me jî têr nekir. Kesên di temenê bav, dê û kalê wan de ne bernadin, lê me dît ku kesên çawa berdan. Gumanbarên komkujiya Sêwasê û yên wek wan bûn. Tu bendewariya min tune ye ji îqtîdarê.”