Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê banga pêkanîna yekitiya neteweyî

  • 15:53 16 Îlon 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê civînek li dar xistin û gotin: "Divê Mesûd Barzanî guh bide daxwazên dayikan û nebin hevkarên êrişên Tirkiyeyê." 
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê derbarê êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li avahiya Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya li Aksarayê pêk hat. 
 
Di civînê de ji Dayikên Aştiyê Emîne Unal axivî û bang li Mesûd Barzanî kir û got: "Gelo leşkerên tirk li herêmê çi dike? Divê Barzanî ji vê yekê şerm bike. Divê êdî dilê dayikan neşewite. Em naxwazin zarokên me jiyana xwe ji dest bidin. Em îro ji bo zarokên xwe li vir in. Em ji bo zarokên xwe dikarin canê xwe feda bikin. Divê Barzanî êdî dev jî wê yekê berde û nebe hevkarê şer. Bila destûr nedin ku êdî xwîna kurdan bê rêjandin. Em naxwazin leşker û gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Em ê bi zarokên xwe re bin û em ê li dijî şer têbikoşin. Em tenê aştiyê dixwazin." 
 
Piştî Emîneyê, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê êdî xwîn nerije. Bi çekên NATO'yê êrişê li axa me dikin û zarokên me qetil dikin. Sed sal in em li hemberî êrişan bûn mertal ji gelan re. Lê niha kesek guh nade me. Divê Mesûd Barzanî êrîşên ku li hemberî axa wan tê kirin qebûl neke. Ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Em êdî dixwazin aştiyeke mayînde pêk bê. Divê gelê me êdî mijara yekitiyê bixe rojeva xwe û yekitiya neteweyî pêk bîne."
 
Ji Dayikên Aştiyê Bedîa Gokkoz jî di civînê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Êdî bes e, Kurdistanê kirin gola xwînê. Barzanî li şûna ku hesabê bipirse destûr dike ku êriş pêk bên. Leşkerên tirk niha êriş dikin, çekên kîmyevî bikartînin. Gelo hûn tiştên ku pêk tên nabînin? Divê dawî li şêr bînin. Divê Barzanî guh bide dengê dayikan. Barzanî di destê Tirkiyeyê de bûye pêlîstokek. Em carekdin bang dikin ku guh bidin dengê me û li dijî şer bibin yek. Her wiha divê guh bidin bangewaziyên ku ji bo pêkanîna Konferansa Neteweyî ya Kurd."