Doza tecawizkar Mûsa Orhan dest pê kir

  • 15:00 16 Îlon 2021
  • Rojane
SÊRT - Rûniştina 4’emîn a doza çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku destdirêjî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê dest pê kir. 
 
Çawişê pispor Mûsa Orhan li Sêrtê destdirêjî Îpek Er kiribû û Îpek Er ji ber vê destdirêjiyê dawî li jiyana xwe anîbû. Orhan ê destdirêjkar ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” negirtî tê darizandin. Rûniştina 4’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê tê lidarxistin. Malbata Er û parêzerên wan, parêzerên endamên baroyên Amed, Sêrt, parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê beşdarî dozê bûn. 
  
Polîsan derdor û hundirê edliyEYê dorpêç kirin û rojnamevanên xwestin dozê bişopînin asteng kirin. 
 
Danişîna bi parastina parêzeran dest pê kir, berdewam dike.