Li Amedê jinek hat kuştin

  • 11:04 16 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Li navçeya Licê ya Amedê Gurbet Fida ji hêla mêrê ku pêre hatî zewicandî ve hat qetilkirin. 
 
Li gundê Fîsê yê bi ser navçeya Licê ya Amedê ve jina bi navê Gurbet Fida ji aliyê mêrê pêre hatî zewicandî Alî Fida ve hat kuştin. Piştî kuştinê kujer Alî li cendirmeyan geriya û îhbar kir. Alî ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 
 
Cenazeyê Gurbet Fida ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê.