Polîsan êrişî welatiyên bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan kirin

  • 15:42 15 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Li Licê xebatkarên DEDAŞ’ê xwestin saetên ceryanê derxin ser dîrekan û ev yek bû sedema rageşiyê. Polîsan li ser vê yekê gaza îsotê û ava li welatiyan kirin. Polîsan bi gotina:"Em nahêlin hûn li vir bisitirin." gef li welatiyan da xwarin. 
 
Grûpek Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li navçeya Licê bi hêceta pêşîlêgirtina bikaranîna ceryana qaçax xwest saetên ceryanê derxe ser dîrekan. Ev yek bû sedema rageşiya navbera welatî û grûpa DEDAŞ’ê. Hefteyek berê jî xelkê taxa Yenîşehîra Licê li dijî derxistina saetên ceryanê derketibû û DEDAŞ neçar mabû xebata xwe bide sekinandin. Lê îro grûpa DEDAŞ’ê û polîs bi hev re çûn taxê. 
 
Xelkê taxê dîsa li dijî DEDAŞ’ê derket û bertek nîşanî grûpa DEDAŞ’ê û polîsan dan. 
 
Li ser nerazîbûna xelkê DEDAŞ neçar ma ku cara sêyemîn xebata xwe rawestîne û ji taxê derketin. Polîs hêj li taxê disekinin. 
 
Di 11’ê Îlonê de jî heman rageşî derketibû û polîsan 8 kes binçav kiribû û piştî îfadeyên wan wergirtibûn, serbest berdabûn. 
 
Polîsan êrişî welatiyên bertek nîşanî vê rewşê dan. Polîsan gaza îsotê û ava li welatiyan kirin. Polîsan bi gotina:"Em nahêlin hûn li vir bisitirin." gef li welatiyan da xwarin. 
 
Gengeşiya li navçeyê dewam dike.