Hejmara 22'yemîn a Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê hat weşandin

  • 13:10 15 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 22'yemîn a Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta "Di sala 5'emîn de qeyûm: Astengiyeke li pêşberî têkoşîna jinê" hat weşandin. 
 
Hejmara 22'yemîn a Pêvaka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta "Di sala 5'emîn de qeyûm: Astengiyeke li pêşberî têkoşîna jinê" hat weşandin. Di hejmara nû de li ser binpêkirina mafên jinan a di sala 5'emîn a qeyûman de û polîtîkayên qeyûman hat sekinandin. 
 
Di hejmara dawiyê ya Pêvaka Jinê de Hacer Ozdemir balê dikşîne ser 2'yemîn Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn û piştevaniya bi jinên Efganîstanî re. Zeynep Altinkaynak jî bal kişand ser bandora şer û xizaniyê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê ya li ser jinan. Ayşe Duzkan di nivîsa xwe de behsa darbeya 12'ê Îlonê û têkoşîna jinê ya piştî darbeyê dike. Jessica Abrahams di wergera xwe de balê dikşîne ser bûyerên piştî dagirkirina Efganîstanê ya ji aliyê Emerîqayê ve pêş ketin û girîngiya polîtîkaya li derve ya femînîst a piştî dagirkirina Efganîstanê ya ji aliyê Emerîqayê ve. 
 
Sernavên di pêvekê de cih digirin wiha ne:
 
*Di sala 5'emîn de qeyûm: Astengiyeke li pêşberî têkoşîna jinê / Hicran Urun
 
*Qeyûmên hemû mêr in û polîtîkayên jinê / Elif Tirenç Îpek
 
*Navê mêtingeriyê yê nû: Qeyûm / Meryem Yildiz
 
*Piştevaniya jinê ya li dijî qirkirina jinê sînoran nas nake / Hacer Ozdemir
 
* "Umidim Nemawa" / Zeynep Altinkaynak
 
*Wê darbe bibe sedema tevgera kuştina te / Ayşe Duzkan
 
* Femînîsteke rast ber bi polîtîkayeke rast ve  / Jessica Abrahams – werger
 
* Peymana ILO'yê ya hejmara 190'î divê demildest bê îmzekirin / Nebile Irmak Çetin
 
*Revandin, tecawiz, zewac: Şerê jinê Kirgiz ê li dijî kevneşopiya rehm di dila de tune ye / Mauro Mondello – werger
 
*Li Avestayê jin / Aysel Tabak