Nobeta 'edaletê' di roja 191'ê de ye

  • 13:08 15 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û lawê xwe Ferît Şenyaşar 191 roj e li ber Edliyeya Rihayê di nobeta "edaletê" de ne. Malbatê li ser hesabê xwe yê dijîtal parvekirin kir û got, "Pergala ji edaletê bêpar mecbûrî têkiçûnê ye."
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan ji aliyê parêstvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” di roja 19'ê de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dikin. 
 
Malbata ku çalakiya xwe bê navber didomîne li ser hesabê xwe yê dijîtal ev parvekirin kir, "Mixabin ew hêza me ya ku em li ber edliyê bi tena xwe vê bê edaletiyê ji holê rakin tune ye. Ev bê edaletî di ser dayikekê re li hemberî hemû civakê hatiye kirin .Wezîrê Edaletê tenê temaşe dike. Pergala ji edaletê bêpar mecbûrê têkçûnê ye."