Li Mexmûrê koma 137'an greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:49 15 Îlon 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro ji aliyê koma 137’an ve hat dewrgirtin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê ku 272 roje bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseya gel koma 137’an çalakî dewir girt. 
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin.
 
Li ser navê koma 136’an Firak Urek axivî û wiha got: ‘’Pêngava KCK-KJK’ê ku bi dirûşmeya, "Dem  dema azadiyê hatibu destpêkirin saleke dirêj a têr û tijî li pey xwe hişt. Li her devera ku çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî hatibu li darxistin bi biryardarî hatin domandin. Li beramberî teknîka herî pêşketî gerîlayên azadiyê bi ruhekî fedayî li ber xwe didin. Li rexmê hemu êrişên hovane û bikaranîna çekên kîmyewî têk diçin û windahiyê mezin didin. Li tepê Zendura û Mam Reşoyan bersiveke herî mezin didin dagirkeriyê. Ji bo pêşketin û gihiştina serkeftinê divê her kes di aliyê xwe de xwe berpirsyar bibîne û tevlî tekoşînê bibe.’’
 
Çalakî bi dirûşmên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana zîndana’ û "Bijî berxwedana gerîla"  bi dawî bu.