ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 15 Îlon 2021
  • Rojev
*Jinan diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji Talîbanê ne cudatire û gotin: “Teşeyên rêxistinkirina wan cudabe jî AKP, dema mijar dibe jin û LGBTÎ xwedî xeteke hevpar in. Hişmendiya jinê ya bi DAIŞ’ê da windakirin wê bi Talîban jî bide windakirin.” BI DÎMEN 
 
*Perîhan Agaolu diyar kir ku di dema nû ya kampanyaya "Dem  Dema Azadiyê ye" de wê li ser tecrîdê bê rawestandin û wiha got: "Tecrîd ji me re berî her tiştî tê û wê hemû têkoşîna me ji bo wê be. Em ê li dijî tecrîdê têbikoşin. Ji ber ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e. Ji bo ev azadî pêkan bibe jî em ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn têbikoşin. Em bawer in em ê encamên baş bi dest bixin."
BI DÎMEN 
 
*Karkerên demsalî li bajarên ku dixebitin di serî de êrîşên nîjadperest û gelek pirsgirêkan dijîn. Karkerên ji Rihayê bi zarokên xwe re çûn Dêrsîmê jî heman pirsgirêkan dijîn. Karkera çandiniyê Meryem Baruk wiha got: “Yekane daxwaza me ev e ku em pariyek nan bibin malên xwe. Wê jî li heram dikin.  Ya ku li me tê ferzkirin dijmirovahî ye.”
 BI DÎMEN 
 
*Huda Kaya ya HDP’yî,  diyar kir ku jin di hedefa hêzên ewlehiyê de ne û sedema êrîşên wan jî desthilatdarî û wezareta karê hundir e û got:"Em hebûn, wê hebin, heta ku xerab û zalim tune bibin wê têkoşîna me bidome." BI DÎMEN