Nobeta 'Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 190 roj in didome

  • 16:03 14 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja di roja 190’î de dewam dike. 
 
Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku sê ferdên malbata wan ji aliyê AKP’iyan ve hatibûn kuştin, çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” di roja 190’î de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dikin. 
 
Di çalakiya îro de Emîne bal kişand ser rewşa xwe ya tenduristiyê û got: "Divê ez emeliyat bibim lê heta ku daxwazên me neyê qebûlkirin ez emeliyat nabim. Li Tirkiyeyê çend parêzer hebin bila bên parastina me bikin. Ez nikarim li malê bimînim. Rewşa me ya ku li vir rûnê êdî nîne. Bila hemû parêzer bicivin û rêbazek bibînin. Êdi wisa berdewam nake. 3 sal in kurê min girtiye û di hicreyeke tenê de tê hiştin. Bila her kes bê li cem me û li vir ber edliyê rûnen. Bila kujerên zarokên min bên cezakirin. Ez bang parêzerên bi wijdan dikim ku bila bên. Kurê min girtin û niha dixwazin min jî bigirin."
 
Li ser medyaya dijîtal jî malbatê ev peyam parvekir: "Em bi fikar in, lê em tu carî baweriya xwe ya bi edaletê winda nakin. Li hemberî zilmê bêdeng nebin."