Li Amedê civîna 'Dem dema azadiya jinê ye'

  • 13:40 14 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Di pêşengiya TJA û DBP'ê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" mîtînga herêmê li Amedê tê lidarxistin. Derbarê mijarê de jinan civîn li dar xistin û gotin: "Em ê xwe bi rêxistin bikin û êrişên li hemberî jinan vala derxin." 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nîjadperestî û  zayendperestiyê re êdî bes e. Dem dema azadiya jinê ye" mîtînga herêmê li Amedê bê lidarxistin. Beriya starta mîtingê li avahiya DBP'ê ya navçeya Rezanê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistinên navend û navçeyên HDP û DBP'ê, gelek nûnerên rêxistinên sîvîl û aktîvîstên jin beşdarî daxuyaniyê bûn.  
 
Axaftina vekirina ji hêla endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Zeynep Uren ve hat kirin. û Zeynep diyar kir ku wekî te zanîn êrîş û zextên li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe û got: "Kampanyaya me ya 'Em xwe diparêzin' ev demek dirêj berdewam kir niha jî em dixwazin li Amedê mîtîngek li dar bixin. Tecrîda li ser gel herku diçe xwe kûrtir dike. Tecrîd û zextên li ser gel êdî gihiştiye astekê dijmirovahîyê. Hem li girtîgehan hem jî li derve li dijî jinan li dijî kesên azadîxwaz û demokasîxwaz êrîş tê kirin. Me vê herî dawî duh di danişîna Ayşe Gokkan de bi awayekî aşkere dît. Her wiha li Îzmîrê bi qetilkirina Denîz Poyrazê dît. Li ser gelê kurd faşîzmek heye. 
 
Di aliyekî de têkoşîna jinan tê tepisandin. Ji aliyekî ve jî dibêjin em li dijî kuştina jinê ne. Lê em dibînin ku zîhniyeta ku îro li Efxanistanê tê meşandin îro li Tirkiyê li dijî jinan tê meşandin. Em ê li hemberî vê zîhniyetê bi tund bisekinin. Em ê ne tenê bi mîtîngek bimînin em ê tax bi tax xwe bi rêxistin bikin û êrîş û zextên wan ên li ser jinê vala derxînin."
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike..