2 kes li Pîranê hatin girtin

  • 12:59 14 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Ji 4 kesên di operasyona li gundê Pîrejman ê navçeya Pîranê de hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin. 
 
Di operasyona eskerî ya di 9’ê îlonê de li herêma Birîv û Meyako yên gundê Pîrejman ê girêdayî navçeya Pîran a Amedê hatibû destpêkirin de 4 kes hatibûn binçavkirin. Muxtarê gund H.Y., hevjîna wî A.Y., E.A. û E.A. bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin. Piştî kirariyên îfadeyan ên li qereqola cendermeyan her çar kes duh sewqî edliyeyê hatin kirin. H.Y. û hevjîna wî A.Y. hatin berdan, E.A. û E.A. jî bi heman îdiayan hatin girtin û şandin Girtîgeha Amedê ya Jinan. 
 
Li aliyê din hat ragihandin ku şewata daristanê ya di encama gulebarandina helîkopteran de li herêmê derketibû, duh xwe bi xwe vemiriye.