Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li dijî fuhuş û hişbirê daxuyanî da

  • 09:19 14 Îlon 2021
  • Rojane
 
 
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo balkişandina têkoşîna li dijî fuhuş û hişbirê daxuyanî da. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku ew ê li dijî sepandinên şerê taybet têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
Endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikşîne ser fuhuş û hişbirê ya zêde bûye xwestin li Ferit Koşkê şahiyê li dar bixin. Ciwanên ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin bi dayina daxuyaniyê bertek nîşan dan. Parlamentera HDP'ê Dersim Dag, Rêxistina HDP'ê û gelek ciwan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Dersimê kampanyaya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya li dijî fuhuş û hişbira tê xwestin ji ser şerê taybet bê meşandin bi bîr xist û wiha got:"Meclîsa me ya ciwanan xwest di nava gel de bi stran û govendê cudatiyekê dest pê bike. Lê belê bi saeta polîs li vir sekinînin. Ji bo ciwan daxuyaniyê nedin asteng kirin."
 
'Em ê destûrê nedin'
 
Dersimê helwesta polîsan şermezar kir û wiha got:"Yên dixwazin şerê taybet, fuhuş û hişbirê di nav gel de belav bike ev zihniyet e. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê zihniyetê dewam bikin. Em ê wekî meclîsên  jinê, meclîsa ciwanan, HDP û gelê kurd têkoşîna xwe ya li dijî vê zihniyetê bidomînin. Çi dibe bila bibe em ê destûrê nedin fuhuş û hişbirê em ê vê polîtîka û nêzîkatiyê teşhîr bikin. Ez careke din vê nêzîkatiyê şermezar dikim."
 
Ciwan bi dirûşmên "Xwe girê nede azad bibe","Ew ê zext me têk nebin" belav bûn.