‘Biryarên ku tên dayîn feydeyê nadin zarokan'

  • 09:05 14 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL- Endama Meclîsa Mafê Zarokan a TOP Hatîce Goz derbarê qetilkirina zarokên ku wesayîtên zirxî lê ketine û jiyana xwe ji dest dane de axivî û got: “Bi taybet li bajarên kurdan mirinên di encama lêketina wesayîtên zirxî de tên jiyîn. Li herêmê di bin navê ewlehiyê de ev sûc tên kirin. Di dozan de biryarên ku  ji bo fêdeya zarokan nayên dayîn, dema mijar dibe zarokên kurd, zêdetir  dibin.”
 
Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di navbera 2008-2013’yan de herî kêm 63 bûyerên wezayîtên zirxî hatine jiyîn. Di encama van de 16 jê zarok 6 jê jin bi giştî 36 welatî jiyana xwe ji dest daye. Ji van 14 heb li Amedê, 10 hebî li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan. Di 13 salan de herî kêm 40 welatî di bûyerên lêketina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di 20 rojên dawî de sê zarok di encama lêketina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dan. Îbrahîm Kirtay yê 11 salî di 25’ê Tebaxê de li navçeya Xelat a Bedlîsê, Mîraç Mîroglu yê 7 salî di 3’ê îlonê e li Hezex a Şirnexê,  xwendekarên lîseyê Furkan G. yê 14 salî li navçeya Erenler a Sakaryayê di 9’ê îlonê de di encama lêketina wesayîta polîsan de jiyana xwe ji dest dan.
 
Di lêpirsîna derbarê mirina Îbrahîm de tu pêşketin tune, di ya Mîraç de jî îfada polîs hat girtin û piştre hat berdan. di rapoarê lêkolîna cihê bûyerê ya polîsan de Mîraç ‘bi qusur’ hat dîtin. Polîsê bû sedema mirina Furkan jî hat binçavkirin lê der barê ku hatiye girtin an na de jî agahiyek tune.
 
Endama polîtîka şer e
 
Endama Meclîsa Mafê Zarokan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatîce Goz der barê mijarê de axivî û got lêketina wesayîta zirxî, ji bûyerên li cihekî din yê welat, polîs li kes bikeve cudatire û got bûyer encama polîtîka şer in.
 
‘Divê bên şopandin’
 
Hatîceyê da zanîn ku bûyerên lêketina wesayîtên zirxî li herêmekê pêk tên û ev ne tesadufe û wiha got: “Ev ne qezane. Bi taybet li bajarên kurd pêk tên û ev sûcên di bin navê ewlehiyê de tên kirinê ne. Mînak polîsê li Mîraç qeliband gotiye ‘Ez ne lez bûm, min nedixwest wisa be’. Hat berdan. Lê li wir binpêkirina mafê jiyanê heye, binpêkirin mafê jiyana zarok heye. Ev bûyer ji bûyera li bajarekî din yê welat pêk bê pir cudaye. Ev girêdayê polîtîkayên şer in.”
 
‘Dema mijar dibin kurd zêde dibin’
 
Hatîceyê daxuyakirin ku li Tirkiyeyê bêcezahiştin wek polîtîkayekê pêk tê û di nokteya ku gumanbaran teşwîq dike de ye û wiha dirêjî dayê: “Di dozên binpêkirina mafê jiyana zarokan de fêdeya ji bo zarok li ber çavan nayê girtin, encamên bêcezahiştinê dertên. Dema mijar dibin kurd an jî zarokên penaberan ev zêdetir dibe. Gumanbar tên berdan. Dema mijar wisa be sûc jî zêde dibin.”
 
Hatîceyê destnîşan kir ku  li Tirkiyeyê pirsgirêka binpêkirin mafê zarokan heye û got di bûyera Mîraç de jî bi binpêkirina mafê zarokan re hatine rû hev û wiha dawî lê anî: “li kolanê zarokek bi bîsîkleta xwe li kolanê dilîst û wesayîtê lê xist û di encama wê de hat qetilirin. Ev nayê qebûlkirin. Bûyer wek qezayê serê wê girtin. Divê lêpirsînek bi bandor bê meşandin, gumanbar ceza bigirin.”