Dayikên Aştiyê: Divê pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin

  • 09:03 14 Îlon 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sîlopiyê, bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “ Divê pêvajoya çareseriya bê destpêkirin.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve heta niha li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û ji 20’ê Tîrmeha 2011’an heta niha di bin tecrîdê de tê girtin. Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda girankirî de ye bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya dijîtal ên derbarê tendirustiya Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê Adarê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivîbû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina bi telefonê di nivî de hatiye birîn.
 
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertek jî her ku diçin zêde dibin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên navçeya Silopiya Şirnexê, bertek nîşanê tecrîdê dan û xwestin demildest tecrît bê bidawîkirin.
 
‘Em ji tendirustiya rêberê xwe bi fikar in’
 
Dayika Aştiyê Taybet Tatli, tevcrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku ji bo jiyanek azad û aram demildest divê tecrîd bê bidwûkirin Taybet wiha berdewam kir: “Em dixwazin ev şer bi dawî be û çareseriyek ji vê pirsgirêka kurd  re bê dîtin. Bila parêzer û malbata Serokatî bikaribin pê hevdîtinê bikin. Ji ber ku tecrîdek giran li ser Serokatî tê meşandin em nizanin ku tendûristiya wî çawa ye. Em ji tendûristiya Serokê xwe gelek bi fikarin. Ji bo aramiyê  divê tecrîd bê rakirin.”
 
‘Bi tecrîdê re şer kur bû’
 
Taybet,  destnîşan kir ku bi girankirina tecrîdê re li çar parçeyên Kurdistanê şer zêde bûye û wiha bal kişand ser êrîşên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê: “Ji 23’ê Nîsanê vir de li Herêma Federal a Kurdistanê bi êrîşên dewleta tirk re şer kur bûye. Mesût Barzanî jî piştgiriyê dide vî şerî. Em bang li Mesût Barzanî dikin ku ji bo bidwîkirina şer hewl bide. Bila şerê hevkujiyê neke Wekî ku Serokatî jî gotiye 'gelê çar parçeyê Kurdistanê hemû yek e'. Bila hemû dayik destên xwe bidin hevdû û vî şerî bidin sekinandin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê jî divê hemû civak destên xwe bidin hev. Bi kurbûna tecrîdê re şer zêde bû û bandorek mezin li ser civakê kir. Tecrîda li Îmraliyê her ku diçe belav dibe. Îro tecrîdek giran li ser tevahiya girtiyan jî tê meşandin. Ji bo ku tecrîda  bandora xwe li ser tevahiya civakê dike bê bidawîkirin divê tecrîda ser Serok bê bidawîkirin.  Divê em kurd destên xwe bidin hev ma em ê heta kengî bindest bin. Serokatî ji bo vî  gelî gelek tişt kirine û ji ber vê hîna jî girtî ye. Heta kengî ev şer dê berdewam bike? ji bo ku şer bi dawî bibe divê herdu alî jî li ser maseyê rûnên û çareseriyek bibînin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê carekedin bê destpêkirin.”
 
 'Heta ku serok azad nebe civak jî azad nabe'
 
Taybet, diyar kir ku bi fikr û ramanên Abdullah Ocalan jinê xwe naskiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi saya  Serokatî me jina hebûn, maf û vîna xwe nas kir. Beriya Serokatî me tu tişt nizanibû. Jin hatibû bindestkirin. Lê belê jinê îro li hember zilmê serî rakiriye. Lewra jî tecrîda ku îro giran bûye bi taybetî bandorek mezin li ser jinê kir. Ji ber ku li dijî jinê êrîş tên kirin û her ku diçe zêde dibin. Bê Serok jiyan nabe. Divê em  jin tecrîdê bidin şikandin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin Heta em tecrîdê nedin şikandin em nasekinin û bêdeng namînin. Kurd bila destên xwe bidin hev û tifaqa xwe ava bikin. Em dayikên aştiyê tim azadî û aştiyê  dixwazin. Em êdî çareseriyê dixwazin. Serokatî dikare ji vî şerî re çareseriyek bibîne. Em dayik mertalên zarokên xwe ne. Em naxwazin zarokên me bên kûştin. Heta Serok azad nebe civak jî azad nabe.”
 
‘Divê hevdîtin bê kirin’
 
Dayika Aştiyê Emîne Ozek jî bi lêv kir ku tecrît îro di her aliyê de bandora xwe nîşan dide û ev tişt got: “Tecrîda ku îro li ser Serokatî hatiye girankirin bê ehlaqî û bê wicdanî ye . Ger ku wîcdana wan hebûya ev 23 salin ev tecrîd ne dimeşandin. Bi girankirina tecrîdê re ne malbat û ne  jî parêzerên wî dikarin pê re hevdîtinê pêk bînin. Gelê Kurd Serokatî ji xwe re Serok dibîne. Divê di demek nêz de hevdîtin bê kirin. Em ji tendûristiya serokê xwe gelek bifikar in. Ji ber ku demek dirêje pê re hevdîtin nayê kirin.  Girtî di bin zilmê de ne divê hemû Gelê Kurd xwedî girtiyan derbikeve û bibe dengê wan. Divê em bi hev re ji vê zor û zordestiyê re bêjin êdî bes e. Bi salan e li dijî Gel Kurd ku jiyaneke adîlane û aram dixwaze şer hatiye destpêkirin. Tecrîdê bandora xwe di warê aborî, fizîkî û derûniyê de jî li ser civakê kiriye. Ji ber ku ev tecrît li ser hemû civakê tê meşandin. Girtî di bin zilmê de ne û mafên wan tên binpêkirin divê xwedî li wan bê derketin."
 
‘Berxwedan pêwîst e’
 
Emîne, got ku tecrît bandorek mezin li ser jinê jî kiriye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di her aliyî de jin îro tê pelçiqandin. Ji bo ku ev zilm û tecrît bi dawî bibe divê di serî de jin dengê xwe bilind bikin. Jin dikare vî şerî bidin sekinandin. Ji ber ku ger jin nebe jiyan nabe. Divê em jin bi hev re bêjin êdî bes e. Dê dawiya dawî ev şer bi dawî bibe. Li hember van êrîşan em  bi hêztir dibin. Bi salanin em li berxwe didin lê ev têr nake. Divê em zêdetir li ber xwe bidin. Berxwedan pêwîst e.”