Qenalîzasyona TOKÎ'yan a diçe ser çem tendirustiya gel dixe nava metirsiyê

  • 09:02 14 Îlon 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Li Çemê Ava Spî ya ku di nava Nisêbînê de, di ber TOKÎ'yan re derbas dibe ji ber bêhn û gemara qenalîzasyona TOKÎ'yan dîmenekî ne xweş derdikeve pêşberî me. Her wiha ev bêhn û gemara qenalîzasyonê tendirustiya gel jî dixe nav xetereyê û cihên ku berê weke seyrangeh dihatin bikaranîn îro gel aciz dike.
 
Çemê Ava Spî a ku di Nisêbînê re, di ber TOKÎ'yên ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatibû avakirin re derbaS dibe ji ber qenalîzasyonên ku diherikin nav hatiye gelekî gemarî bûye. Bêhna ku tendirustiya gel dixe nava metirsiyê bi taybetî ji ber TOKÎ'yan de bi bandor e. Welatiyên ku li TOKÎ'yan dijîn çend caran giliyên xwe ji şaredariyê re kirine, lê belê encamek bi dest nexistine.
 
Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku qeyûm li cihê wê hatibû tayînkirin derdora çem paqij kiribû û ji bo gel kiribû cihê parqê jî. Cihên ku weke cihê bêhnvedanê û seyrangeha gel dihat bikaranîn îro ji bêhna qenalîzasyonê kesek nikare li dora wê bisekine. Di dema qedexeyên derketina derve bi xirakirina avahiyên qel re darên ku li ser çem hatibûn çandin jî hatin birîn. Hem qirkirina xwezayî hem jî qirkirina civakî pêk hat.
 
'Ne bedewiya wê hiştine ne jî hizûra wê'
 
Sultan Aslan a ku xaniyê wê li ser çem cih digire ev gilî kir:"Em ji aliyê dewletê ve bi caran hatin mexdûrkirin. Xaniyên me hatin xirakirin, me deyndar kirin û zirarek mezin dan bajariyan. Berê ji bo bêhvedanê em li ser vî çemî kom dibûn. HDP’ê derdora çem bi şênkayê xemilandibû. Lê piştî ku xaniyên me xira kirin parqên me jî xira kirin. Niha derdora wê rût kirine. Ne bedewiya wê hiştine ne jî hizûra wê."
 
'Şaredarî bila erka xwe bîne cih'
 
Sultanê da zanîn ava qenalîzasyonê ya pîs hemû dikeve ser çem û wiha pê de çû:"Ava qenalîzasyonê hemû dikeve ser çem. Ji bêhna  gemarê em nikarin bi ser çem ve herin. Di hundirê wê de bûye çop. Bihêlin em herin li ser bêhna xwe vedin, em êdî nikarin ji ber re jî derbas bibin. Di navbera pira Şehîdan û pira Ehmed Kaya de temaşe bikin, ger we karî ji ser çem re derbas ji bibin hûn çi dibêjin bibêjin. Em niha jî bang li rayedaran, li şaredariyê dikin ku erka xwe bînin cih."
 
'Tenduristiya me dikeve nava metirsiyê'
 
Sarya Dogan jî aciziyên ku ji qenalîzasyonan dikişinin wiha vegot:"Ger ne ji neçariya ba tu kes di nava vê eziyetê de nedijiya. Hemû hebûna me di bin van erdan de hiştin û li şûna wê ev xirabeyên xaniyan çêkirin. Ne tenê çem di hundirê avahiyên bi xwe de jî bêhna qenalîzasyonê tê. Borî diteqin û ew bêhn dikeve avahiyê. Em tev de pê aciz dibin. Tendirustiya me û zarokên me dikeve nava metirsiyê. Weleh ez ji bêhnê nikarim pozê xwe vekim."
 
'Divê demildest çem were paqijkirin'
 
Saryayê herî dawî bang li rayedaran kir û wiha got:"Her malek ji me bi sedan caran serî li şaredariyê, Marsuyê û wekî din cihên pêwist dan. Hemûyan jî bersivek nedan me. Dibêjin em ê lê temaşe bikin û hew deng derdixin. Divê demildest çem were paqijkirin û avahiyên me jî werin sererastkirin."