Baroya Amedê: Em ê li dadgehê gilî bikin

  • 16:42 13 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Baroya Amedê derbarê derbkirin û ji daneşînê derxistina parêzeran a ji daneşîna doza Ayşe Gokkan de daxuyanî da. Di daxuyaniya baroyê de hat diyarkirin ku heyeta dadgehê bêrêzî kiriye û hat gotin ku ew ê li heyetê gilî bikin. 
 
22'emîn Daneşîna Doza Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" û "Rêvebertiya Rêxistinê" lê hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de polîsan mudaxeleyî parastina parêzeran kir û ew ji eywana daneşînê derxistin .Derbarê tişta pêk hat de  Baroya Amedê li ber Edliyeya Amedê daxuyanîda.
 
'Bêrêzî hat kirin'
 
Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren Axivî û got ku tişta heyeta dadgehê kir nayê qebûlkirin. Nahît diyar kir ku hevalên wan ên parêzer parastin kirine lê serokê dadgehê destê xwe li masê daye. Nahît diyar kir ku hevalên wî agahî daninê û berdewam kir, Beriya ku ez bi heyeta dadgehê re hevdîtinê bikim gazî polîsan hatiye kirin û ji wan re hatiye gotin 'wan ji vir derxînin' û hatine derxistin. Dema ku ez li eywanê bi armanca çavdêriyê sekinîbûm jî serokê dadgehê bi bêrêziyeke mezin mudaxeleyê hevalên min kir.  Ez dibêjim ku em baro vê bêrêziyê qebûl nakin. Em ê heyeta dadgehê gilî bikin û em bang li rayedaran dikin ku serokê dadgehê demildest ji peywirê bigirin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.