Li Sêrtê jinekê bi awayê gûman jiyana xwe ji dest da
- 16:15 13 Îlon 2021
- Rojane
SÊRT - Li navçeya Tilloyê jina bi navê Ayhan Ozden bi awayê guman jiyana xwe ji dest da.
Hat îdîakirin ku Ayhan Ozden (49) a li navçeya Tillo ya Sêrtê ji xaniyê 3 qatî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Ayhan ji bo otopsiyê bi ambulansa ku hat cihê bûyerê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.