Li herêma Şapatanê agir bi daristanê ket

  • 11:48 13 Îlon 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li gundê Şapatan ê Şemzînanê, di encama gulebarana qereqolê de agir bi daristanê ket. 
 
Duh êvarê agir bi daristana herêma Bermêş a gundê Şapatanê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve ket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku şewat di encama gulebaran ji qereqola leşkerî de derketiye.
 
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan, şewatê bi saetan dewam kiriye û bêyî destwerdanek were kinr, şewat bixwe vemiriye.