Li Çiyayê Cûdiyê talana xwezayê: Darên kizwan û biîvan tên birîn

  • 11:33 13 Îlon 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Li herêma Têkeva ya li gundê Gundikê Remo yê li Çiyayê Cûdiyê tevî texrîbata xwezayê darên dîrokî jî ji holê tên rakirin. Darên biîv û kizwanan bi destên cerdevanan tên birîn. 
 
Li herêma Çiyayê Cûdîyê ya Şirnexê nêzî 2 salan e talankirina daran didome. Ev talan û birîna daran bi destên cerdevanan bê navber berdewam dike. Piştî birîna daran a li herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja ku li Çiyayê Cûdî jî dest pê kir, bê navber didome. Ji bo çêkirina qereqol û kalekolan dar tên birîn. Birîna daran li devera Têkeva ya bi ser Gundikê Remoyê ve didome. Darên kevnar ên biîhîv, kizwan û guvîjan tên birîn. Darên tên birîn di heman demê de li heman cihî tên hişkkirin.
 
Gundiyan têkildarî vê talankirina daran diyar kirin ku dar bi destên cerdevanên ji Bajarokê Sêgirka Qilebanê tînin, tên birîn. Gundiyan destnîşan kir ku oksîjena wan bi destên cerdevan û leşkeran tên birîn û darên tên birîn kevnar in û banga rawestandina birîna daran kirin.