‘Nasname û baweriya me hedef tê girtin’

  • 09:07 13 Îlon 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
MERSÎN - Derya û Engîn Arici ku li ser deriyê wan nivîsa ‘Kurdên Elewî, mirin, bicehmin’ hat nivîsîn, wiha gotin: “Nasname û baweriya me hedef tê girtin. Me mînaka herî şênber a êrîşên nîjadperest di dîroka nêz de li Konyayê dît.”
 
Li taxa Menteş a navçeya Yenîşehîr a Mersînê, li ser deriyê Derya û Engîn Arici di 11’ê îlonê de li ser deriyê wan nivîsek nîjadperest ya wekê ‘Elewiyên Kurd, mirin, bicihemin’ hat nivîsin.  Malbata ku nivîsa ser derî dît agahî da polîs û gilî kirin. qeydên kamerayê ji aliyê polîsan ve hat berhevkirin.
 
 Derya û Engîn piştî bûyerê ji ajansa me re axivîn û balkişandin ser êrîşên nîjadperest ên sîstematîk bûne û gotin hikûmet vê ji nedîtîve tê.
 
‘Nasname û baweriya me hedef tê girtin’
 
Deryayê daxuyakirin ku rojek berê di saetên nîvro de li ser deriyê wan nivîsa hatiye nivîsîn ferq kirine û got ji ber ku berê jî bûyerên wisa hatine jiyîn ew ketine fikaran û ev tişt anî ziman : “Bûyerên wisa bê ceza tên hiştin. Du zarokên min hene. Ez ji ber wan dikevim fikaran. Em diçin derve, marketê. Li wir tiştek bê serê me em ê bêjin gelo ji ber van bû. Em di kîjan sedsalê de ne. Ziman û nasnameya her kesî heye. Em ji vê bûyerê re bêjin provakatîf e? Em nizanin. Bi kesî re tu pirsgirêka me tune ye. Bi aşkera tê dîtin, nasname û baweriya me hedef tê girtin. Me êrîşên nîjadperest di televîzyonan de didîtin. Lê niha em yekser dijîn. Gelek bi xof e.”
 
‘Me li Konyayê dît’
 
Deryayê destnîşan kir ku li welat şîdet serdest e û wiha dawî lê anî: “Li welat kuştinên jinan, êrîşên nîjadperest pir zêde bûne. Ji ber vê em ditirsin. Me mînaka herî mezin a êrîşên nîjadperest li Konyayê dît.”
 
Engîn jî nîşankirina deriyan wek faşîzmê nirxand û ev nirxandin kir: “Ol û baweriyên cuda kesî eleqeder nake. Li şûna jiyanek aştiyane, wekhev, em van bûyerên tên jiyîn şermezar dikin. Divê dewlet bi vê mijarê re eleqeder bibe. Em van bûyeran ji Kerbela, Mereş, Çorum û Madimakê baş dizanin. Ev tenê di roja me ya îro de nayên jiyîn. Em ji komkujiya ku demek nêz de li Konyayê pêk hat dizanin. Gotinên nîjadperest berhemên polîkaya tê meşandinê ye. Ji bo ev buyer neyên jiyîn divê ceza bê dayîn. Me duh ferq kir nivîsa ser derî. Ev du roje em gelek bi xofin.”
 
Engîn her wiha bi lêv kir ku ew ê dest ji bûyerê bernedin û destur nedin provakatoran û got nivîs bi zanebûn hatiye nivîsin û ji komkujiyê re vexwendiye.