Denîz Kaya: Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin

  • 16:06 12 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Denîz Kaya li ser anvê girtiyên PKK'yî û PAJK'î daxuyaniyek. Denîz Kaya diyar kir ku ew çalakiya greva birçîbûnê ku ket roja 290'î bi dawî dikin û got ku ewê  hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" bi çalakiyên cûr bi cûr berdewam bikin.
 
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 22 sal in di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de ye û ji bo li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe, girtiyên PKK’yî û PAJK’î di 27’ê Mijdara 2020’î de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kiribûn. Greva birçîbûnê ya li girtîgehan hate bidawîkirin.
 
Di roja 290’an de biryara bidawîkirina greva birçîbûnê li ser navê girtiyên PKK’yî û PAJK’î ji aliyê Denîz Kaya ve hate ragihandin.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
 
“Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î li ser bingeha pêngava 'Dem dema azadiyê ye’ ya ku tevgera me salek berê dabû destpêkirin, em jî di 27’ê Mijdara 2020’î de tevlî pêngavê bûn. Pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêbertî re azad bibin’ dikeve sala duduyan, diyar dibe ku gelê me xwedî li peywir û berpirsyariya xwe derketiye û ketiye tevgerê. Armanca girtiyên PKK’yî û PAJK’î ev bû ku bi awayê herî xurt tevlî pêngava azadiyê bibin. Divê gelê me, ciwan, jin, dayikên aştiyê û saziyên demokratîk jî li hemberî qirkirin û faşîzmê dengê xwe bilindtir bikin. Di vê qonaxa pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de berpirsyariya gel û saziyên demokratîk gelekî zêde ye. Tê dîtin ku berxwedêr û pêşengên fedaî gerîla hemû berpirsyariya xwe baş tîne cih. Em bawer in di qonaxa nû ya pêngavê de wê gelê me û hêzên gerîla bi hev re têkoşînê geş bikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’î jî amade ne ji bo Rêbertiya xwe, gelê xwe û azadiya welatê xwe berdêlê bidin. Tê dîtin ku dawiya rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hatiye. Em ê jî bi ruhê berxwedana zindana Amedê ya di 12’ê Îlonê de li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Li ser çarçoveya ruhê berxwedanê ya Mazlûm Dogan, Çar Qehreman û 14’ê Tîrmehê ya ku kevneşopiya lêgerîna me ya heqîqet û azadiyê ye, heta Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Tirkiyeya demokratîk em ê li ber xwe bidin.
 
'Em banga komîteyê esas digirin'
 
Em banga komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê ji xwe re dikin esas û em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê ji îro şûnmde çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê em ê bi çalakiyên cihê tevlî pêngava azadiyê bibin. Em rêhevalên ku li zindanan li ber xwe didin, em ê bi awayekî xurttir tevlî xeta Rêber Apo bibin û jiyana bi Rêber Apo re ji xwe re bikin esas.”