Li Fîskayayê kampanyaya li dijî bikaranîna tiriyayê

  • 15:29 12 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku li dijî bikaranîna  tiryakê kampanya "Em pêgiriyê têk bibin jiyana azad ava bikin" da destpêkirin di vê çarçoveyê de li Fîskayayê broşur belav kirin.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em pêgiriyê têk bibin jiyana azad ava bikin" da destpêkirin derket kolanan. Endamên meclisê ku duh li taxa Fîskaya ya Yenişehira Amedê dest bi xebatê kirin mal bi mal  geriyan û derbarê kampanyayê de agahî dan ciwan û jinan. 
 
Ciwan ji bo ku balê bikişînin se xeteriya bikaranîna tiryakê belavok û broşur belav kirin.