Li Rojava deriyê dibistanan ji xwendevanan re hat vekirin

  • 14:49 12 Îlon 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Serê vê sibehê dibistanên rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin.
 
Îro xwendevanên Rojavayê Kurdistanê ji bo xwendina sala nû ya 2021/2022 ya perwerdê berê xwe dan dibistanan. Di çarçoveya sala nû ya perwerdê de ji dibistanên seretayî bigir heta bi yên amadeyî dest bi perwerdê kirin. Herwiha Dibistana  Kanatsiwês a bajarê Qamişlo jî bi awayekî fermî dest bi perwerdeya sala nû kir. Di vê dibistanê de 21 mamosteyên zimanê kurdî û 5 jî mamosteyên erebî hene. Bi temamî 312 xwendekar li vê dibistanê dixwînin. 
 
Bi armanca vebûna dibistanan mamoste û xwendevan kêyfxweşiyên xwe parve kirin.
 
'Sala nû ya xwendinê dest pê kir' 
 
Mamosteya zanyarîya Fîzîk û Kîmya, Furat Îbrahim vebûna dibistanan li tevahî xwendekarên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got: "Sala borî em ji ber şewba koronayê ketin tengasiyê, ruxmê wê jî me xwendekarên xwe li ser onlyn perwerde kirin. Îsal jî me gelek amadekarî ji bo dibistanan kir û em dixwazin îsal li gor salên din baştir bi rê ve biçe. Em dixwazin xwendekarên xwe bi awayekî rêk û pêk perwerde bikin. Dema korona nebe xwendekar bi awayekî rêk û pêk tên dibistanan û li ser biranşan tên perwerdekirin. Em wek mamoste jî alîkariya xwendevanên xwe dikin û cihên ku lawaz ango zehmetî tê de dijîn hîn zêde bi wan re mijûl dibin. 
 
Li vir ferq û cudahiya mamoste û xwendevanan nîne û em dihêlin ku xwendevanên me bi awayekî rehet bi me re bidin û bistînin. Di heman demê de em beriya dest bi waneyan bikin, deh deqe em bi xwendekaran re di warê jiyanî de sohbetê û ev jî bi awayê erênî bandorê li wan dike. Pirtûkên ku me ji bo xwendekaran amade kirine jî em ê sibe li wan belav bikin. Îro roja destpêkê ya dibistanê ye û kêyfxweşiyek pir mezin di dilê her xwendevanekî de heye.  Ji bo perwerdeya me bi awayekî serkeftî dom bike, divê hemû xwendevanên me di aliyê şewba korona de baldar bin û bê rûpoş tevnegerin. Dibistana me bi zimanê kurdî ye û hemû waneyên me kurdî ne û ev yek jî serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Em jî sala nû ya xwendinê li tevahî xwendevanan pîroz dikin û serkeftinê ji bo wan dixwazin."
 
'Zimanê mirovan çanda mirovan e'
 
Xwendekar Nûr Mihemed Hiso jî hestên xwe wiha parve kir: "Em niha bi zimanê kurdî dixwînin û ev yek coşek mezin dide me û em ê di perwerdeya bi zimanê kurdî de bi israr bin. Zimanê mirovan çanda mirovan e û em naxwazin çanda me winda bibe, Loma em ê zimanê xwe herdem nûjen bikin. Îro roja yekem a vebûna dibistanê ye û ez bi vebûna dibistanan pir kêyfxweşim. ji ber min gelek bêriya perwerde û hevalên xwe kiribû. Armanca me ew e ku em bi zimanê xwe bixwînin û em hemû bi hev re di dibistanan de bi ser kevin."
 
'Îro roja yekê ya vebûna dibistanê ye'
 
Xwendekar Şelal Resûl jî roja yekê ya perwerdê wiha nirxand: "Ez bi zimanê dayikê dixwînim û armanca min ew e ku zimanê dayika min winda nebe û em her nûjen bikin. Îro roja yekê ya perwerdê ye û em bi kêyfxweşiyek mezin hatin dibistanê û mamosteyên me jî bi awayekî kêyfxweş me pêşwazî kirin. Daxwaza me ew e ku hemû zarokên kurdan bi zimanê xwe bixwînin, ji ber mirov bi xwendina bi zimanê xwe dikare dîroka xwe bi nas e û welatê xwe biparêz e. Armanca me jî ew e ku em bi zimanê xwe serbilind bin."
 
'Daxwaza me dewlemendiya zimanê kurdî ye' 
 
Xwendevan Ela Abdullah Eloka jî nêrîna xwe wiha parve kir: "Îro ez hatim dibistanê û min mamosteyên xwe yên nû dît û ez bivê yekê gelek kêyfxweş bûm. Her wiha wê sibê jî pirtûkên me bidin û em gelek meraq dikin ku em ê sala nû çi bibînin. Da ku ez di dibistanê de bi serkeftî bim, min perwerdeya xwe ya sala borî her dubare kir. Ez ji bo sala nû jî daxwaz dikim ku zimanê me dewlemend be, zarokên kurdan zimanê kurdî bixwînin.. Zimanê dayikê ji bo min pir girîng e ji ber mirov bi zimanê dayikê tê nasîn."