'Wê desthiladariya we têk biçe'

  • 12:33 12 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku 188 roj in lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, ev peyam parve kir: "Heta ku hûn vê bêedaletiya ku hemû dinya dişopîne ji holê ranekin desthilata we mehkûmê têkçûnê ye."
 
Emîne Şenyaşar ku di encama êrişa xizm û parastvanê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di roja 188'an de lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. 
 
Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal Wezareta Edaletê, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, AKP û Meclis etîket kir û ev peyam parve kir: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî heye. Ev komkujî, li hemberî herkesê ku wijdanê xwe winda nekiriye hatiye kirin. Heta ku hûn vê bêedaletiya ku hemû dinya dişopîne ji holê ranekin desthilatdariya we mehkûmê têkçûnê ye."